Ji bo Newroza Amedê bang
- 22:13 20 Mart 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê ji bo Newroza Amedê bang li hemû gel kir ku beşdarî pîrozbahiyê bibin û got: "Em sibê agirê Newrozê ji bo azadî û demokrasiyê li Amedê vêdixin.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo Newroza ku dê sibê li Amedê were pîrozkirin vîdyoyek parve kir û banga beşdariyê kir.
Di parvekirina DEM Partiyê de wiha hat gotin: "Em sibê agirê Newrozê ji bo azadî û demokrasiyê li Amedê vêdixin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tevlî pîrozbahiya dîrokî ya #Newroza2026'an bibin. Newroz pîroz be!"









