Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hasan Ocak pirsîn

  • 13:03 21 Mart 2026
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1095'emîn de li aqûbeta Hasan Ocak ê ku di 21'ê Adara 1995'an de hatibû binçavkirin û kuştin pirsîn. Dayikên Şemiyê gotin heta ku aştî pêk neyê dê tu wateya cejnan jî ji bo wan tune be.
 
Mirov-Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1095'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin.
 
Dayikên Şemiyê vê hefteyê serpêhatiya Hasan Ocak ê ku berî 31 salan di 21'ê Adara 1995'an de hatibû binçavkirin û kuştin vegotin.
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Mirova Şemiyê Turkan Ocak ve hate xwendin.
 
Turkan Ocak anî ziman ku îro cejn e lê ew ji xizmên xwe dûr in û wiha got: “Kesên ku xizmên xwe winda kirine dema cejn tê em xemgîn dibin. Ji ber ku çîroka wan nîvço maye. Cejn ne tenê keyfxweşiyê bîranîn e jî. Em dibêjin ku ev cejn bibe wesîleya aştî azadiyê. Em dizanin ku aştî nebê cejn jî nabê.”
 
Turkan Ocak destnîşan kir ku ew di hefteya 1095'an de Hasan Ocak dipirsin û got: “Dayika Şemiyê Emîne Ocak kesê ku çalakiya Dayikên Şemiyê dabû dest pê kirin e. Îro em bê dayika Emîne li aqûbeta Hasan Ocak dipirsin. Îro 31emîn salvegera windakirina Hasan Ocak e. Hasan Ocak di sala 21'ê Adara 1995an de dema ji kar derket dayika xwe geriya û got ‘ez ê masî bînim ji bo şîvê.’ Lê belê Hasan Ocak wê şevê venegeriya malê. Malbata Ocak li aqûbeta Hasan pirsî. Lê berpirsiyar gotin ‘em aqûbeta Hasan Ocak nizanin.’ Piştî zextên raya giştî Wezîrê Karên Navxweyî Nahît Menteşe, Valiya Stenbolê Hayrî Kozakçioglu û Gerînendetiye Emnîyetê Mehmet Agar yên wê demê daxuyanî dan û gotin ‘Hasan Ocak ne di binçavan de ye’. Lê belê şahidan gotin Hasan dema birin qerokolê wan Hasan dîtine.”
 
Di dawiyê de Turkan Ocak bi bîr xist ku lêgerîna Malbata Ocak 58 roj berdewam kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî 58 rojan bedena Hasan Ocak ê ku îşkence lê hatîkirin Goristana Bêkesan ya Altinşehîrê hate dîtin. Paşê Wezîrê Berpirsiyarê Mafê Mirovan Algan Hacaoglu neçar ma û eşkere kir ku ‘Hasan Ocak di binçavan de bi îşkenceyê hatiye kuştin’. Lê tevahî wan edalet bi cih nehat. Malbat serî DMME da, di sala 2004an de DMME Tirkiyeyê mehkûm kir. Lê kiryar nehatin dîtin. Çend sal derbas bibe bila bibe em ê aqûbeta kesên winda bipirsin.”
 
Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.