Asayîşa Jinê bangewaziya bilindkirina asta têkoşînê kir
- 17:18 23 Kasım 2017
- Güncel
TIL TEMIR - Bi munasebeta roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî ji bo hêzên Asayîşê civîn hat li dar xistin.
Bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî li seranserî Bakurê Sûriyeyê çalakî, civîn, meş, semîner tên organîzekirin. Îro li bajarê Til Temirê girêdayî kantona Hesekê Herêma Cizîrê ji bo asayîşa jinê civîn hat lidarxistin. Di civînê de endam û rêveberiyên Asayîşê, Trafîk, endamên jin a hêzên Natoro û Sûtoto beşdarî civînê bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre endama ragihandina Asayîşa Jinê Nalîn Mihemed axivî, Nalîn roja 25'ê Mijdarê wekî roja têkoşîna li dijî zihniyeta mêrê desthilatdar pênase kir û wiha domand:" Îro zilam ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî bi hemû rengên îşkenceyê û şîdetê nêzî jinê dibe. Nalînê bangewazî kir ku jin serî hildin û li dijî hemû rengên şidetê bisekinin.
'Jin bi Şoreşa Rojava li gor hêz û îradeya xwe derket holê'
Her wiha endamên Asayîşa Jinê nerînên xwe anîn ziman û wiha got:"Hemû rengên şidetê û destdirêjiyê li ser jinê tê meşandin. Lê bi Şoreşa Rojava û têkoşîna YPJ'ê jinan mafê xwe nas kir û ligorî hêz û îradeya xwe derketin holê."
Axaftvanan biryara ku di parlamenta Îraqê de derket holê ku zewaca 9'salî rewa dibîne şermezar kirin û ev yek wekî şîdeta mezin a ku li jinê tê kirin hat pênaskirin. Banga têkoşînê hat kirin ku her jinek xwedî li hêz û îradeya xwe derkevin û azad bibin.
Piştî axaftinan Fîlma Sûreya hat temaşekirin.








