Xeyala nîvco maye di 78 salî de temam dike 2026-07-04 09:04:43   Buşra Turan   AGIRÎ - Olcay Aras a 78 salî ku bi salan li dibistanên gund mamostetî kir, xeyala xwe ya zarokatiyê li navendê pêk anî û keda jinê û jiyana civakî dibe ser tuvalên xwe.   Li Kurdistanê navendên di bin banê rêveberiyên herêmî de faliyetan dimeşînin ji bo jinan dibin cihên piştevaniyê û hilberîna kolektîf. Olcay Aras a 78 salî ku tevahiya jiyana xwe têkoşîn da,  bi saya van navandan hiblerînê dike.   Olcay Aras ku 8 salan li dibistanên gund hem mamostatî û hem jî midûrtî kir, piştî vedigere bajarê xwe Agiriyê, di Navenda Piştevaniya Jinan a Zîn a Şaredariya Agiriyê de berê xwe dide hûnera wêneyan. Jinên kedkarên li ser erdan dixebitin, jinên gund û zarok bir ser tuvalên xwe û keda jinan dide xuyakirin.   ‘Ez ji pîşeya xwe hez dikim’     Olcay Aras got 25 salan mamostetî kiriye û tevî zehmetiyan pîşeya xwe îcra kiriye û got: “Di temenê ciwan de teqawît bûm Niha 78 salî me.Zarokên min xwendin çûn zanîngehan. Em hatin vî temenî. Em vegeriyan bajarê xwe Agiriyê. Em li vir bi cih bûn. Min 8 salan li gund mamostetî kiribû. Derfet pir kêm bûn. Wesayît, lojman tune bûn. Em diçûn û dihatin. Ez hem midûr hem mamoste bûm.”   ‘Wateya wêneyên min heye’     Olcay Aras anî ziman ku ji zarokatiyê de ji wêneyan hez dikir û di bin banê Navenda Piştevaniya Jinan a Zîn de dest bi xêzkirina wêneyan kiriye û wiha domand: “Wêneyan her tim bala min dikişand. Lê derfet tunebû. Piştî navenda Zîn vebû ez çûm.Min xwe li wir kîfş kir.Her wêneyekî min wateyek wê heye. Di wêneyên xwe de jinên kedkar, yên li nav erdan dixebitin, yên li sewalan dinêrin, zarokan xêz dikim. Her yek xwedî wateyekê ne.”   ‘Hûner nîmet e’   Olcay Aras bal kişand ser girîngiya yekitiya di navenda piştevaniya jinan de û wiha bi lêv kir: “Gelek jin tên vir. Em hev guhdarî dikin. Em hewcedariyên hev guhdarî dikin. Jin tên vir û mereq dikin. Dibêjin li vir çi tê kirin. Em ji wan re vedibêjin. Divê hûner ji zarokatiyê bê destpêkirin. Hûner nîmet e. Divê her kes bi hûnerê re eleqeder bibe.”