Meryem Seîdpûr bi xebata xwe ya ‘Hembêzkirinek bi êş’ xelata navneteweyî wergirt 2026-08-30 20:35:14   NAVENDA NÛÇEYAN-Wênekêşa Îranî Meryem Seîdpûr, bi rêze wêneyên xwe ya "Hembêzkirinek bi êş" ku di dema şer de li Tehranê kişand re, di Xelatên Wênekêşiyê yên Navneteweyî yên 2026’an de wekî "Wênekêşa Hunerên Bedew a Salê" hate hilbijartin.   Wênekêşa Îranî Meryem Seîdpûr, bi rêze wêneyên xwe ya "Hembêzkirinek bi êş" ku di dema şer de li Tehranê kişand re, di Xelatên Wênekêşiyê yên Navneteweyî yên 2026’an de wekî "Wênekêşa Hunerên Bedew a Salê" hate hilbijartin. Meryem Seîdpûr, di heman demê de di nava fînalîstên xelata sereke ya di kategoriya profesyonel a pêşbirkê de cihgirt.   Xelatên Wênekêşiyê yên Navneteweyî, di daxuyaniya xwe ya der barê xebatê de diyar kir ku rêzê wêneyên "Hembêzkirinek bi êş", vegotinek kesane ya serdema şer pêşkêş dike. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin di xebata ku têgeha hembêzkirinê bikar tîne de tirs, parastin û hesreta aştiyê nîşan dide.   Meryem Seîdpûr, di daxuyaniya xwe ya der barê pêvajoya çêkirina rêzê wêneyan de got ku wê di rojên şer de dema xwe li ser banên xaniyan derbas kiriye û hewl daye Tehranê hembêz bike û wê ji êrîşan biparêze. Her wiha Meryem Seîdpûr, da zanîn dixwaze bi hev hembêzkirina lîderên cîhanê şer bi dawî bibe.   Meryem Seîdûr, dê niha ji bo nasnava "Wênegirê Navneteweyî ya Salê" pêşbaziyê bike.