Koma Ma stranên xwe diyarî jinan kir

  • 08:53 22 Çile 2023
  • Çand û Huner
 
ENQERE - Koma Ma ku li Enqereyê konserek da, stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir. 
 
Koma Ma ku dest bi konseran kiriye, konsera xwe ya ewil li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Enqereyê li dar xist. Eleqeyeke mezin ji bo konserê hebû. 
 
Koma Ma ku çû ser dikê, muzîkhezan demeke dirêj jê re li çepikan xist. Solîsta Koma Ma'yê anî ziman ku ew stranên xwe di şexsê Jîna Emînî de diyarî hemû jinên berxwedêr dikin. 
 
Guhdarvanan jî li ber stranên Koma Ma'yê govend gerandin. 
 
Piştî konserê kulîlk diyarî Koma Ma'yê hatin kirin.