Seroka Eniya Reformê Azer Mansurî hate binçavkirin 2026-02-09 13:43:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Eniya Reformê Azer Mansurî bi hinceta ku "Li dijî destûra bingehîn helwest nîşan daye" li Îranê hate binçavkirin.   Li gorî nûçeya di çapemeniya Îranê de hatiye parvekirin; rayedaran bi îdiaya “helwesta li dijî destûra bingehîn” der heqê Azer Mansurî de lêpirsîn daye destpêkirin û di vê çarçoveyê de hatiye binçavkirin.   Artêşa Muhafizên Şoreşê, Serokê Komîteya Siyasî ya Eniya Reformê Îbrahîm Asgerzade û ji endamên esil ê eniyê Muhsen Emînzade jî ji heman dosyayê binçav kir. Rayedaran, îdiaya “xebatên li dijî destûra bingehîn û propagandaya dijmin” weke hinceta binçavkirinê nîşan dan.   Azer Mansurî piştî îstîfaya lîderê Eniya Reformê Behzad Nebevî bûbû seroka giştî yê eniyê.