Li Bangladeşê şewba sorikan: 986 zarokî jiyana xwe ji dest da 2026-09-05 19:52:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bangladeşê  ji meha Adarê heta niha ji ber şewba sorikan 986 zarokî jiyana xwe ji dest da û hejmara kesên bi sorika ketine 180 derbas kir. Pispor diyar dikin ku  kêmbûna aşî û xwedîbûnê nexweşiyê hîn girantir dike.   Li Bangladeşê ji meha Adarê heta niha şewba sorikan her diçe mezin dibe. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê  di 6 mehan de 986 zarokî jiyana xwe ji ji dest daye û hejmara kesên bi vê nexweşiyê ketiye 180 derbas kiriye.   Li nexweşxaneyên paytexta Dakkayê hejmara nexweşan zêde dibe, bi taybet zarok ji ber rewşa giran tên dermankirin. Di beşa sorikan a Nexweşxaneya Shîshu ji ber bûyerên bi guman û hatine piştrastikirin 101 zarok di bin dermankirinê de ne.   Li gorî Rêxistina Tendurisityê ya Cîhanê (DSO) sorik nav nexweşiyên herî zêde belav dibe de cih digire û her sal piranî zarokên di bin 5 salî de ku nehatine aşîkirin nêzî 95 hezar kesî jiyana xwe ji dest didin.