Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir 2026-09-06 10:53:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji pêşengên tevgera femînîst a pêla duyemîn nivîskar, helbestvan û aktîvîst Robin Morgan di 85 saliya xwe de koça dawî kir.   Ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya salên 1960 û 1970'yî Robin Morgan, yek ji amadekarên çalakiya şermezarkirinê bû ku di sala 1968'an de li hemberî pêşbirka bedewiyê ya Miss America hate lidarxistin. Protesto bû xaleke werçerxê li dijî metakirina jinê.   Antolojiya bi navê Sisterhood Is Powerful ku Robin Morgan edîtorî jê re dikir, di sala 1970'î de hate weşandin û veguherî yek ji metnên bingehîn ên tevgera femînîst a modern. Di pirtûkê de nivîsên femînîst ên sereke yên wê demê hatin weşandin. Helbest, roman, bîranîn û nivîsên polîtîk jî di nav de Robin Morgan di kariyera xwe de zêdeyî 20 pirtûk nivîsî.   Robin Morgan ku demekê berpirsyariya weşana giştî ya Ms Magazineyê kir, di birêxistinkirina tevgera femînîst de ya li qada navneteweyî bi roleke girîng rabû. Li gel Gloria Steinem û Jane Fonda, ji bo jinan di medyayê de bide pêş û bandora wan zêde bike di sala 2005'an de Women's Media Center ava kir.   Robin Morgan her wiha bi têgîn û sembolên tevlî fikrê femînîst kiriye tê naskirin. Têgîna 'herstory' belav kir ku ji feraseta nivîsandina dîrokê ji nêrîn û tercûbeyên jinê pêk dihat. Her wiha di fîgurê kulmê de ku bi sembola jinê re bû yek û veguherî yek ji sembolên tevgera femînîst, rol lîst.   Robin Margen ku di temenê zarokatiyê de lîstikvan û çêkera bernameya radyoyê bû, di ciwantiya xwe de berê xwe da nivîskariyê. Piştre jî bi rengekî çalak beşdarî tevgerên edaleta civakî, dijberiya şer û azadiya jinê.