Li Gîlanê zêdetirî hezar û 500 xwendekar ji perwerdeyê bêpar in 2026-09-20 11:54:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Giştî ya Perwerdeyê ya Gîlanê ragihand ku tevî kêmkasiya hejmaran, pirsgirêka qutbûna ji perwerdeyê li parêzgehê berdewam dike û sedemên sereke jî pirsgirêkên darayî û astengiyên çûnhatinê ne.   Rêveberiya Giştî ya Perwerdeyê ya Gîlanê ragihand ku li parêzgehê hezar û 544 xwendekar ji pergala perwerdeyê dûr dikevin. Li gorî Narges Dastyar, her çendî ev hejmar li gorî sala borî kêm bûye jî hê zêdetirî hezar û 500 xwendekar li Gîlanê ji perwerdeyê bêpar in.   Astengiyên li pêşiya xwendekaran   Narges Dastyar diyar kir ku ji bo hinek xwendekaran astengiyên wekî pirsgirêkên darayî yên malbatê, lêçûnên çûnhatinê û dûrbûna dibistanan ji malên wan, rê li ber berdewamiya perwerdeya wan digrin. Her wiha got ku divê Wezareta Perwerdeyê ji bo tesbîtkirina van xwendekaran û vegerandina wan a perwerdeyê gavan bavêje.   Li Gîlanê pirsgirêka qutbûna ji perwerdeyê berdewam dike   Li gorî daneyên ku hatine weşandin, her çendî hejmara xwendekarên ku li Gîlanê ji perwerdeyê dûr dikevin ji 2 hezar û 875î daketiye hezar û 544’an jî, rastiya ku zêdetirî hezar û 500 xwendekar li derveyî pergala perwerdeyê dimînin nîşan dide, ev pirsgirêk li vê parêzgehê hê jî berdewam dike.