Li Rojhilat û Îranê 900 hezar xwendekar dest ji perwerdê berda

  • 15:56 22 Çile 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku li rojhilatê Kurdistan û Îranê 900 hezar xwendekar dest ji perwerdê berdaye.
 
 Hat diyarkirin ku li rojhilatê Kurdistan û Îranê 900 hezar xwendekar dest ji perwerdê berdaye. Li gorî Navenda Lêkolînên Meclisa Îranê di nava 6 salan de hejmara zarokên ku dev ji perwerdê berdane ji sedî 17 zêde bûye. Li gor daneyên ku hatin eşkerekirin di sala 2016'an de hejmara xwendekarên ku dest ji perwerdê berdan 777 hezar û 862 bû, di sala 2022'an de ev hejmar derket 911 hezar û 272'yan.
 
Xizanî û pirsgirêkên aborî
 
Sedemên sereke yên neqedandina perwerdeyê xizanî, pirsgirêkên aborî û nêzîkatiyên cudaxwaza hikûmetê ne. Ji ber vê sedemê li bajarên ku xizanî û betalî herî zêde ye rêjeya perwerdehiyê gelekî kêm e.
 
Nebûna perwerdehiya zimanê zikmakî
 
Li gorî rapora Parlamentoya Îranê, xwendekar herî zêde li bajarên Sîstan, Belûçistan, Xurasan, Rezewî, Tehran, Xûzistan, Urmiye û Kirmanşanê dest ji xwendinê berdidin. Ji ber ku zarok ji perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar dimînin yek ji sedemên herî girîng ên dest ji dibistanê berdan e. Piraniya xwendekarên ku li Sîstan, Belûçistan, Urmiye û Xuzistanê dijîn ku piraniya wan Belûç, Kurd, Tirk û Ereb in, dev ji xwendina xwe berdidin.