Mafê ji zayînê ve tê: Zimanê Dayikê (4) 2026-04-02 09:07:55   Xwendekar Berîtan Kizilkaya: Windabûna ziman windabûna gel e   Buşra Turan   AGIRÎ - Xwendekar  Berîtan Kizilkaya diyar kir ku ew ji ber ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê nabînin, bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin û got ku divê zimanê Kurdî bi dersên bijarte ve sînordar nemîne û divê bibe zimanê fermî yê perwerdeyê.   Li cîhanê nêzîkî 7,000 ziman tên axaftin. Li gorî daneyên Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ji van ji %40 bi tunebûnê re rû bi rû ne. Her ji du hefteyan carekê, zimanek bi tevahî winda dibe. Ev ji b zimanên ku di perwerdehiyê û qada giştî de piştgirî nabînin jî tehdîdek e. Bi qasî 30-35 mîlyon kes li seranserê cîhanê bi zimanê Kurdî diaxivin û li Tirkiyeyê 20-25 mîlyon kes vî zimanî di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin. Lêbelê sînorkiirna  ziman di perwerdehiya fermî û qadên giştî de xuyabûna ziman di nav civakê de kêm dike û veguhestina ziman ji nifşekî ji bo nifşekî din zahmet dike.   Lêkolînên akademîk nîşan didin ku xwendekarên ku nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin, dibe ku performansa akademîk a kêm û di entegrasyona civakî de zehmetiyan bikşînin. Li Tirkiyeyê, piraniya nifûsa Kurdîaxêv tenê dikare zimanê xwe li malê û li deverên taybet bi kar bîne; bikaranîna ziman li deverên giştî û pergala perwerdehiyê pir sînordar e. Parastina zimanê Kurdî û xurtkirina pejirandina ziman ya civakî pir girîng e.   Zimanê dayikê ku di çarçoveya mafên xwerû û neguherbar de cih digire, ne tenê zimanek e ku li malê tê axaftin; ew mafek bingehîn e ku divê di hemü deverên xizmetê de, nemaze di qada giştî de, were fermîkirin. Di vê çarçoveyê de, me dosya amade kirin ku balê dikişînin ser girîngiya zimanê dayikê li deverên giştî û hemü aliyên jiyanê û encamên nenaskirina vi mafê xwerû. Bi vê dosyaya ku girîngiya zimanê dayikê di her qada jiyanê de, ji perwerdehiyê bigire heta tenduristiyê, ji edaletê bigire heta hunerê, diyar dike ku em destnîşan dikin ka çima mafên xwerû ji hêla îdeolojiyek yekreng ve wekî mafê nijadek yekane têne dîtin û çima divê ew hemû gelan bigirin nav xwe.   Di beşa dawî ya dosyaya me de, Berîtan Kizilkaya kuli Zanîngeha Ağrî Çeçen xwendekara beşa dîrokê ye, girîngiya zimanê dayikê di perwerdeyê de nirxand.   'Ji ber ku me bi zimanê dayikê dest bi dibistanê nekir, em rastî pirsgirêkan hatin'   Berîtan Kizilkaya, bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê û parastina zimanê Kurdî û got, "Dema ku me dest bi dibistanê kir, ji ber ku me bi zimanê dayikê dest pê nekir, em rastî gelek pirsgirêkan hatin. Me bi zimanê dayikê perwerde nedît û vê yekê ji bo me pirsgirêkên mezin çêkirin. Di navbera asta perwerdehiya me û ya xwendekarek ku bi zimanê dayikê perwerde dibû de ferqek mezin hebû û em qet negihîştin heman astê. Wekî ku hûn dizanin, heke zimanê Kurdî ku ji hêla 25 mîlyon kesan ve li Tirkiyeyê tê axaftin, bibe zimanek fermî û her kes ji 7 heta 70 salî bi vî zimanî biaxive, ew ê girîngiya ziman fêm bikin. Hemû dayikên me bi zimanê xwe diaxivin. Ziman zimanê dayikê ye. Dema ku em dest bi jiyanê dikin, em bi vî zimanî mezin dibin, em bi vî zimanî dimeşin û em bi vî zimanî  wateyê didin jiyanê. Ji ber vê yekê, windakirina zimanekî windakirina gelekî ye."   'Divê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê'   Berîtan Kizilkaya diyar kir ku divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û got, "Divê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê. Ziman nasnameya gelekî ye. Ji ber vê yekê, divê Kurdî li her derê hebe - di perwerdeyê de, di jiyanê de, di nav gel de. Em naxwazin ku Kurdî wekî dersek bijarte ya yek an du saetan were dayîn. Divê Kurdî bibe zimanek fermî û di jiyanê de were entegrekirin. Li vî welatî 25 mîlyon Kurd hene û ew bi Kurdî diaxivin. Ji ber vê yekê, divê Kurdî ne tenê bi deverên piçûk û teng ve sînordar be; divê di her kêliya jiyanê de hebe. Ji bo gelekî ziman girîng e. Zimanê Kurdî di jiyana mirovan de nûjeniyên mezin diafirîne. Me zimanê xwe di perwerdeyê de nedît, me ew di jiyanê de nedît û . Ji ber vê yekê, em di jiyana xwe de her tim rastî pirsgirêk û zehmetiyan dihatin. Em di navbera zimanê xwe û zimanekî din de asê mabûn û ji ber vê yekê, em rastî gelek pirsgirêkan hatin.”   'Em dixwazin li zanîngeh, dibistan û her derê bi zimanê xwe bijîn'   Berîtan Kizilkaya anî ziman ku divê Kurdî di her aliyê jiyanê de were bikaranîn û got, "Dema ku em ji bo zimanê xwe lêkolînan dikin, em naxwazin biyanî ji me re pirsgirêkan biafirînin, û bi gelemperî, divê zimanê me li seranserê cîhanê hebe. Wekî xwendekar, em ne tenê li dibistan û zanîngehan, lê di her aliyê jiyanê de dixwazin zimanê xwe bikar bînin. Em dixwazin polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî Kurdî werin rakirin û em dixwazin bi zimanê xwe bixebitin. Em dixwazin dema ku em bi zimanê xwe lêkolînan dikin, ji afirandina zehmetiyan dûr bisekinin. Ji bo gelê Kurd sê tiştên hêja hene: ziman, çand û dîrok. Her sê jî ji bo Kurdan taybet in. Daxwaza me ew e ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî zimanê Kurdî werin rakirin." "Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin, bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin, zimanê xwe baştir bikin û bi zimanê xwe jiyana xwe bijîn. Em dixwazin li zanîngehê, li dibistanê û li her derê bi zimanê xwe jiyana xwe bijîn.”   DAWÎ.