Li Botanê rûyê şerê piralî (8) 2026-09-28 09:05:00   Di pênc salên borî de, bi hezaran dozên sûcên zayendî gihîştine dadgehan    Rojda Aydin    ŞIRNEX - Li Botanê di bûyerên zayendî yên li hemberî jin û zarokan de hejmarên fermî tabloyek giran radixînin ber çavan. Di navbera salên 2021-2025’an de ji 1740 dosyayên ku derbasî darazê bûne 1265 ji wan derbarê “êrîşa zayendî ya bi zanebûn” a li dijî zarokan e. Parêzer Emîne Ozdemîr bal kişand ser kêmasiyên di pêvajoyên lêpirsînê de û pirsgirêka bêcezatiyê.    Li Botanê, yek ji aliyên şerê taybet ê ku bi salan tê meşandin, êrîşên li ser bedena jinan, nasname û jiyana wan a civakî ye. Ji salên 1980 û 1990’î heta pêvajoya 2015-2016 û îro, bûyerên tundiya li dijî jinan, tacîz û êrişên cinsî, aliyê civakî yê van polîtîkayan eşkere dikin. Bûyerên ku tên ragihandin û pêvajoyên dadwerî, nîqaşên bêcezabûnê jî bi xwe re tînin. Di heman demê de dûrxistina jinan ji jiyana civakî û siyasî wekî yek ji encamên girîng ên şerê taybet derdikeve pêş.    Ji ber vê yekê pêvajoyên pevçûnê şopên herî kûr di jiyana jinan de hiştin. Polîtîkayên ewlehiyê yên ku bi salan e li Botanê berdewam dikin, ligel koçberiya bi zorê, xîzanî û veguhastina civakî, bi bûyerên tundiya li hemberî jin û zarokan jî tên nîqaşkirin. Rêxistinên jinan diyar dikin ku tundiya zayendî ne tenê wekî sûcên kesane dikare bê nirxandin; divê wekî parçeyekî pergaleke berferehtir ku vîna jinan, hebûna wan a di qada giştî de û jiyana wan a civakî armanc digire bê destgirtin.   Di pêvajoya ku ji salên 1980 û 1990’î heta îro dirêj dibe de, li Botanê gelek bûyerên tacîz û tecawizê di raya giştî de cih girtin. Di beşeke girîng a van dosyayan de lêpirsîneke bandor nayê meşandin, di darizandina kiryar û parastina kesên ku rastî van bûyeran hatine de kêmasiyên cidî tên jiyîn. Bi taybetî hin dosyayên ku navê peywirdarên giştî an jî kesên bi hêza giştî re têkildar di nav de derbas dibin, nîqaşên bêcezatiyê ji nû ve anîn rojevê.   Di vê beşa dosyaya xwe de em ê zêdebûna bûyerên tacîz û tecavûzê yên li hemberî jin û zarokan ên bi salan ên li Botanê û dosyayên ku derbasî darazê bûne bigirin dest.      Li gor salan dosye    Li gorî daneyên fermî yên ku gihîştine darazê, di sala 2021’ê de 129, di sala 2022’yan de 257, di sala 2023’yan de 182, di sala 2024’an de 187 û heta meha Îlona 2025’an jî 108 dosya derbasî qeydan bûn.   Li aliyê din, di navbera dîrokên 6’ê Çileya 2021’ê û 16’ê Îlona 2025’an de hejmara giştî ya dosyayan a derbarê bûyerên zayendî de ku gihîştiye darazê wekî 1740 hat tomarkirin.   Belavkirina van pelan bi vî awayî ye:   Tacîza zayendî: Bi giştî 260 dosye hene. Ji van, 71 di qonaxa dozvekirinê de ne, lê 189 di qonaxa lêpirsînê de ne.     Tecawiz: Bi giştî 28 dosye hene. Ji van, 27 di qonaxa lêpirsînê de ne, yek jî di qonaxa dozvekirinê de ye.    Êrîşa zayendî: Bi giştî 187 dosye hene. Ji van, 156 di qonaxa lêpirsînê de û û 31 jî di qonaxa dozvekirinê de ne.    Êrîşa zayendî ya li dijî zarokan: Bi giştî 1265 dosye hene. Ji van, 834 di qonaxa lêpirsînê de û 431 jî di qonaxa dozvekirinê de ne.    Pêvajoya darazê dirêj dibe    Daneyên fermî derdixin holê ku beşeke girîng a dosyeyan a ku derbasî darazê bûye hîn jî di qonaxa lêpirsînê de ne. Ji hejmara giştî ya 1740 dosyeyan a derbarê bûyerên “tacîza zayendî”, “êrîşa zayendî”, “tecawiz” û “Êrîşa zayendî ya li dijî zarokan” de 1206 ji wan di qonaxa lêpirsînê de, 534 ji wan jî di qonaxa dozvekirinê de ne. Dane diyar dikin ku di gelek dosyeyan de pêvajoya darazê hîn bi dawî nebûye û nîqaşên li ser gihîştina edaletê û pêvajoyên darizandina bandor jî bi xwe re tînin.      Tabloya giran    Li gorî daneyên fermî, di navbera dîrokên 6’ê Çileya 2021’ê û 16’ê Tîrmeha 2025’an de ji 1740 dosyeyên bûyerên zayendî yên ku derbasî darazê bûne 1265 ji wan derbarê “Êrîşa zayendî ya li dijî zarokan” de ye. Li gorî vê daneyê, ji her 10 dosyayên ku gihîştine darazê nêzîkî 7 ji wan ji “Êrîşa zayendî ya li dijî zarokan” pêk tên. Dane derdixin holê ku di nav bûyerên zayendî de cureyê dosyeya herî berbelav “Êrîşa zayendî ya li dijî zarokan” e. Lê belê reqamên hatine eşkerekirin tenê bûyerên ku derbasî darazê bûne dihewînin. Bûyerên ku neketine ber darazê û nehatine tomarkirin di îstatîstîkên fermî de cih nagirin.    Parêzer Emîne Ozdemîr a ku derbarê mijarê de axivî, nirxandin kirin.   Emîne Ozdemîr diyar kir ku di dosyayên sûcên zayendî yên ku derbasî darazê bûne de jin û zarok di gihîştina edaletê de rastî astengiyên piralî tên û bal kişand ser ku bi taybetî di dosyayên ku peywirdarên giştî kiryar in de di komkirina delîlan û pêvajoyên lêpirsîna bandor de pirsgirêkên cidî tên jiyîn.   Emîne Ozdemîr destnîşan kir ku di pratîkê de ew herî zêde rastî dosyayên derbarê sûcên zayendî û sûcên fuhuşê yên ku peywirdarên ewlehiyê an jî peywirdarên din ên giştî tevlî bûne tên. Emîne Ozdemîr tomarkir ku serlêdanên derbarê tundî, gef û binpêkirinên din ên mafan ên li hemberî jin û zarokan de jî cihê girîng digirin û wiha got, “Dosyayên ku em di pratîkê de herî zêde rastî wan tên, di derbarê sûcên zayendî û sûcên fuhuşê de ne ku ji aliyê peywirdarên ewlehiyê an jî peywirdarên din ên giştî ve li hemberî welatiyan hatine kirin. Ligel vê, serlêdanên derbarê tundî, gef û binpêkirinên din ên mafan ên li hemberî jin û zarokan de jî cihê girîng digirin.”   ‘Em rastî astengiyan tên’   Emîne Ozdemîr anî ziman ku bi taybetî di dosyayên ku kiryar peywirdarê ewlehiyê ye de komkirina delîlan û pêvajoyên lêpirsînê hîn zêdetir zehmet dibin û wiha domand, “Bi taybetî di bûyerên ku kiryar peywirdarê ewlehiyê ye de em rastî astengiyên cidî tên. Ji ber ku ev kes serdestî pêvajoyên darizandinê û pergala delîlan in, dikarin bikevin nav hewldanên ku dikarin komkirina delîlan zehmet bikin. Wekî din, ji ber gef û zextên ku li ser kesên rastî sûc hatine û malbatên wan tên kirin, ragihandina bûyeran ji meqamên dadwerî re dikare dereng bimîne an jî bi tevahî bê astengkirin. Ev rewş hem dibe sedema windabûna delîlan hem jî meşandina lêpirsîna bandor zehmet dike.”     ‘Ji bo parastina delîlan 72 saetên pêşîn krîtîk in’   Emîne Ozdemîr bal kişand ku di bûyerên “destdirêjiya zayendî” de saetên pêşîn diyarker in û anî ziman ku bi bandora travmayê gelek kes nikarin delîlan biparêzin û ev rewş jî rasterast bandorê li pêvajoya darizandinê dike. Emîne Ozdemîr diyar kir ku ji ber kêmasiya delîlan kiryar dikarin bêceza bimînin û ev hişyarî kir, “Kesên rastî îstîsmarê tên, piraniya caran berî ku herin emniyetê an jî nexweşxaneyê bi bandora travmaya hatî jiyîn cilên xwe diguherînin, laşê xwe dişon û ev rewş jî dibe sedema windabûna delîlan. An jî dema pêvajoya giliyê pir dereng dest pê dike, komkirina delîlan ne pêkan e û ev rewş rasterast bandorê li tahkîkatê dike. Wekî encam, ji ber kêmasiya delîlan kiryar dikarin beraet bikin. Ji ber vê yekê; pir girîng e ku kesên rastî îstîsmarê hatine, bêyî ku 72 saet derbas bibin, li ciyekî xwe neşûn û cilên xwe neguherînin, rasterast serî li nexweşxaneyê an jî emniyetê bidin.”   ‘Di gihîştina edaletê de zehmetî tê jiyîn’   Emîne Ozdemîr bal kişand ser astengiyên li ber gihîştina edaletê ya jin û zarokan û wiha axivî,  “Yek ji pirsgirêkên herî girîng ev e ku zanebûna lêgerîna mafan bi têra xwe pêş neketiye û jin û zarok mafên xwe yên hiqûqî bi têra xwe nizanin. Her wiha mudaxeleya hişmendiya feodal li herêmê ya li pêvajoyên darazê, guherandina îfadeyan a di bin zextê de an jî zorlêkirina ji bo paşkişandina giliyan a kesên rastî sûc hatine an jî şahidan, di nav astengiyên herî girîng ên li ber gihîştina edaletê de ne.”   ‘Lêpirsîneke bandor nayê meşandin’   Emîne Ozdemîr destnîşan kir zehmet e ku mirov bibêje di dosyayên derbasî darazê bûne de lêpirsîneke bandor tê meşandin û wiha got, “Bi giştî zehmet e mirov bibêje lêpirsîneke bandor tê meşandin. Bi taybetî di sûcên tundî û zayendî de gelek delîlên krîtîk dikarin di nav 72 saetên pêşîn de winda bibin. Ji ber sedemên cuda dereng serlêdana kesên rastî sûc hatine jixwe bi destxistina delîlan zehmet dike; lê belê nehevkirina delîlên ku divê bi lezgînî ji aliyê meqamên dadwerî ve bihata komkirin di demê de an jî bi tevahî nehevkişandina wan, dikare bibe asteng ku lêpirsîn bi saxlemî bê meşandin û dibe sedem ku kiryar bêcez bimînin.”   ‘Divê xêzeke têkoşînê ya piralî bê hûnandin’   Emîne Ozdemîr bi lêv kir ku biryarên di van cure dozan de tên danîn ne tenê aliyan, baweriya civakê ya bi pergala edaletê re jî bandor dike û wiha axivî, “Biryarên di van dozan de tên danîn ne tenê aliyan, baweriya civakê ya bi pergala edaletê re jî rasterast bandor dike. Bi taybetî afirîna têgihîştina bêcezatiyê dikare dûbarebûna sûcên dişibin hev teşvîq bike û baweriya kesên rastî sûc hatine ya di derbarê serlêdana darazê de birîndar bike. Di beramberî vê de, biryarên ku di encama lêpirsîna bandor û darizandina adil de tên danîn hem serdestiya hiqûqê bihêz dikin hem jî baweriya civakî zêde dikin.”   Emîne Ozdemîr di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo rêgirtina li binpêkirinên mafan ên dişibin hev divê têkoşîneke piralî bê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Di vê qadê de ne tenê organên darazê; bi koordînasyonî xebitîna baroyan, rêxistinên civaka sivîl, şaredariyan û saziyên din ên giştî girîngiyeke mezin dihewîne. Divê xêzeke têkoşînê ya piralî bê hûnandin. Di serî de pêşkêşkirina qadên jiyana ewle ji zarokan re, hişyarkirina malbatan û zêdekirina berpirsiyariya rêveberiyên herêmî girîngiya jiyanî dihewîne. Divê xizmetên civakî yên parastî bêne bihêzkirin; li dibistanan û di taxan de bernameyên hişyariyê yên ji bo zarokan bibin sîstematîk.”   Dawî.