Ji sedsala 19’an heta îro: Di rojnamegeriya kurd de çapemeniya azad (3)

  • 09:05 29 Hezîran 2022
  • Dosya
Oznur Deger
 
ENQERE - Rojnamegeriya kurd bi salên 90’î re nasnameya çapemeniya azad derxist pêş. Di salên 90’î de bi rojnameyên hatin derxistin re di lêgerîna heqîqetê de serdemeke nû hat destpêkirin û di vê rêyê de bi sedan bedel hatin dayîn.
 
 Dîroka nivîskî ya çapemeniya kurd xwe dispêre sedsala 19’an. Çapemeniya kurd ku bi dehan rojname û kovar derxistin û zimanê kurdî pêş xist, piştî salên 90’î  polîtîkayên qetilkirin û windakirinê yên li hember kurdan derxist holê û nasnameya çapemeniya azad derxist holê. Ji qetilkirina Musa Anter û şûnde bi sedan rojnamegeran mîrate dewr girtin û kevneşopiya çapemeniya azad didomînin.  Di salên 90’î de gelek rojnameger hatin qetilkirin û windakirin. Di rojên borî de di 16’ê Hezîranê de daraza AKP-MHP’ê 16 rojnamegerên kurd girtin.
 
 Girtina rojnamegerên kurd zext û şîdeta ji dîroka Osmanî heta Komarê û heta salên 90’î ya li hember çapemeniya azad a kurd anî hişê mirovan. Me jî ji duh heta îro der barê çapemeniya azad de dosyayek amade kir.
 
Ji salên 90’î heta îro
 
Çapemeniya kurd di salên 90’î de gav avêt dema nû. Pişî salên 90’î şûnde kedkarên çapemeniya kurd xwe wek şopdarên Apê Musa (Musa Anter) dinasin. Di dîroka Osmanî û komarê de ji aliyê rewşenbîrên kurd ve gelek rojname, kovar û weşan hatin derxistin û qedexekirin. Ev êrşên li ser çapemeniya azad di salên 90’î de bi destê kontragerîla hatin meşandin û di roja me ya îro de jî AKP û MHP’ê vê rolê digirin ser xwe.
 
Di çapemeniya azad de nefesek nû: Rastiya gel
 
Kevneşopiya çapemeniya azad bi rojnameya Rastiya Gel a heftane dest pê kir. Di 22’ê nîsana 1990’an de  di bin derhêneriya yek ji pêşengên çapemeniya azad nivîskar û rojnameger Huseyîn Aykolde Rojnameya Rastiya Gel hat derxistin û ev yekemîn pêngava dîroka çapemeniya azad tê dîtin. Rastiya Gel di hejmara 9’an de hat girtin. Piştî vê jî  Rastiya Gel a Nû ya dest bi weşandê kir piştî hejmara 3’emîn hat girtin.
 
Avahiya rojnameyê hat bombebarankirin
 
Di 20’ê cotmeha 1990’an de rojnamea Yenî Ulke  hat weşandin û buroya Amedê di hefteya yekem de ji aliyê ‘Rêxistina Cîhad a Îslamî’ ve hat bombebarankirin. Rojname jî di 1992’an de hat girtin.
 
Di çapemeniya azad de dîrokek: Ozgur Gundem
 
Rojnameya Ozgur Gundemê di 30’ê Gulana 1992’an de dest bi weşanê kir. Ozgur Gundem ku yekemîn rojnameya rojane a dîroka çepemeniya azad e bû ya herî demdirêj ku hat weşandinê. Di 14’ê Nîsana 1994’an de  bi biryara dadgehê hat girtin. Ozgur Gundem di weşana xwe ya 683 rojan de sê caran 30 rojî 15 caran 15 rojan, du caran jî 10 rojan piştî 335 rojan hat girtin. Du pêvajoya du sal weşandê de salekê bi girtinê derbas kir û xebatkarên wê jî bi giştî rastî 147 sal cezayê girtîgeh û 21 mîlyar pere ceza hatin.
 
Şehîdên çapemeniya azad
 
Nûçegîhanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr di 8’ê hezîrana 1992’an de li Amedê dema diçû rojnameyê hat qetilkirin. Mehek şûnde yanî di 31’ê Tîrmehê de nûçegîhanê Êlihê Yahya Orhan dema diçû mala xwe li kolanê hat qetilkirin. Piştî vê di 5’ê Tebaxê de nûçegîhanê Amedê Burhan Karadenîz ji aliyê Hîzbûllahê ve hat birîndakirin û di 19 salî de felç bû.
 
Apê Musa…
 
Di 20’ê îlona 1992’an de li Amedê pêşengê çapemeniya Azad Apê Musa ji aliyê JÎTEM’ê ve hat qetilkirin. 4 roj şûnde li rihayê nûçegîhan Huseyîn Denîz hat qetilkirin. Ligel vê gelek şehîdên çapemeniya azad hene.
 
Bi Gurbetellî Ersoz re bîhnek nû
 
Rojname hat girtin û di 26’ê Nîsana 1993’an de bi derhêneriya Gurbetellî Ersoz ve ji nû ve rojnameyê dest bi weşandê kir. Gurbetellî yekem gerînendeya giştî ya  jin a Tirkiyeyê bû û di nûçegîhaniya jinê de wek pêşeng tê qebûlkirin.
 
Di Roja Mafên Mirovan de êrîş
 
Di 10’ê Kanûna 1993’an de di Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de polîsan bi ser Ozgur Gundemê de girt û xebatkar binçav kirin. Ozgur Gundem a bi Gurbetellî dîsa dest bi weşandê kir û rojname 4 meh şûnde di 14’ê Nîsana 1994’an de hat girtin.
 
 Ev agir wê we jî bişewitîne…
 
Rojnamegeran piştî girtina Ozgur Gundemê di 28’ê Nîsana 1994’an de li Stenbolê rojnameya Ozgur Ulke derxistin. Lê zext û tehdîdan berdewam kir. Buroya sêyem a rojnameyê di 4’ê Kanûna 1994’an de hat bombebarankirin. Di êrîşê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz hat qetilkirin û  21 xebatkarên wê birîndar bûn. Ozgur Ulke roja din bi manşeta ‘Wê ev agir we jî bişewitîne’ derket. 
 
Yên hatin bombebarankirin girtin
 
Tevî bombebarankirinê rojnameyê navber neda weşanê. Der barê hejmara 247 û  û 220’an de biryara komkirinê hat girtin. Ji ber dozên hatin vekirin 7 midûrên karê nivîsê hatin girtin. Ozgur Ulke di 2’ê Sibata 1995’an de hîna sala xwe tije nekiribû bi hinceta berdewama ‘Ozgur Gundemê’ ye hat girtin.
 
Yenî Polîtîka
 
Du meh piştî di 13’ê Nîsana 1995’an de Rojnameya Yenî Polîtîka dest bi weşandê kir. 4 mehan berdewam kir û gelek rojnamegerên wê hatin binçavkirin û girtin. Hinceta berdewama Ozgur Ulke ye di 16’ê Tebaxa 1995’an de hat girtin.
 
Ji nû ve Ozgur Gundem
 
Kevneşopiya çapemeniya azad ji riya xwe şaş nebû. Ozgur Gundem ya di çapemeniya azad de wek sembole û tîraja wê 50 hezar derbas kir, 17 sal şûnde di 4’ê Nîsana 2011’ê de dest bi weşanê kir.  Rojname 5 salan derket û îmze avêt nûçeyên girîng. Ozgur Gundem piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê bi îlankirina OHAl’ê re bi KHK’a hat derxistin dîsa hedef hat girtin. Gelek xebatkarên wê bi dozên hatin vekirin re hatin darizandin û di 29’ê cotmeha 2016’an de hat girtin. 
 
‘Kevneşopî tunebe pêşeroj jî tune ye’
 
Hefteyek şûnde di 23’ê Tebaxa 2016’an de Ozgurlukçu Demokrasî dest bi weşanê kir. di hejmara ewil a Ozgulukçu Demokrasî de ev nîşe hat dayîn : “Em îro derdikevin riyek nû.” Di 28’ê Adara 2018’an de navenda wê ya li Stenbolê serde hat girtin. Gelek xebatkar hatin binçavkirin û di heman demê de bi ser Matbaa Gun ya ku rojname lê dihat çapkirin de jî hat girtin. Matbaa jî hat girtin. Di Nîsana 2018’an de qeyûm tayînê Ozgurlukçu Demokrasî hat kirin û di 8’ê Tîrmeha 2018’an de bi KHK’ê hat girtin.
 
Yenî Yaşam
 
Dîrok 25’ê Gulana 2018’an de di kevneşopiya çapemeniya azad de nefesek nû Rojnameya Yenî Yaşam dest bi weşanê kir. 4 sal e rojane weşanê dike.
 
Rojnameya rojane ya Kurdî: Azadiya Welat
 
Azadiya Welat ewil heftane dest bi weşanê kir û bi navê Welat ewil li Stenbolê di 26’ê Sibata 1994’an de hat derxistin. Piştre nav wek Azadiya Welat hat guhertin. Azadiya Welat Yekem rojnameya kurdî ya rojane li Tirkiyeyê weşan kiriye ye. Azadiya Welat ji 26’ê Sibata 1994’an heta 206’an heftene û ji 15’ê Tebaxa 2006’an şûnde jî rojane dest bi weşanê kir. Rojnameya ku xwendin û nivisandina kurdî teşwîq dikir, traja wê 20 hezar derbas kir. Gelek xebatkarên wê hatin qetkirin, binçavkirin û girtin. Rojname di 29’ê cotmeha 2016’an de bi KHK’ê hat girtin. Belavkarê rojnameyê yê Edenê Kadîr Bagdu di 2014’an de bi 5 guleyan hat qetilkirin. Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameyê Rohat Aktaş jî li Cizîrê di bodruman de hat qetilkirin.
 
Rojnameya Kurdî: Xwebûn
 
Di 22’ê Kanûna 2019’an de li Amedê rojnameya Xwebûn bi kurdî dest bi weşanê kir. Xwebûn hîna weşana xwe didomîne û heftane derdikeve pêşberî xwendekvanan. Rojnameya ji 12 rupelan pêk tê, xwendin û nivîsandina kurdî teşwîq dike.
 
Sibê: Di çapemeniya kurd de televîzyon