Botan li ber xwe dide (2)

  • 09:07 2 Kanûn 2022
  • Dosya
 
 
Bi qeyûman re polîtîkayên bişaftinê carek din kirin dewrê
 
Sema Çaglak 
 
ŞIRNEX -  Herêma Botanê ku di hêla çand û hunerê de xwedî dewlemendiyek mezin e bi polîtîkayên şerên taybet ve tê xwestin were tunekirin. Welatiyên Şirnexê diyar kirin ku ligel her cureyên polîtîkayan dê parastina ziman, çand û hunera xwe bikin.
 
Herêma Botanê ji aliyê dewlemendiya çandê ve dilê Kurdîstanê ye. Bi cil û bergên xwe ve bi dengbêjî, dîrok û devokên xwe ve ji bo parastina çand û hunera kurdî kedekê mezin daye. Her navçeyê wê ji aliyê parastina çand û dîrokê ve xwedî taybetmendiyek e. Me di beşa dûyemîn a dosyayê de bal kişand ser çand û hunerê û polîtîkayên bişaftinê.
 
Polîtîkayên bişaftinê yên her demî 
 
Çand û nasname hebûna gelekî ye. Gel bi çand û zimanê xwe heye û nişfa xwe berdewam dike. Gava çanda gelekî were tunekirin ew gel jî ber qirkirinê re rûbirû dimîne. Ji ber vê yekê hertim dewletên serdest gava xwestin li ser gelekê serweriya xwe ava bikin ewilî dest davêjin çanda wan. Her wiha kêm çandên ku bi qasî çand û hunera kurd hatine talankirin hene. Bi taybetî di salên 1930’î de li Kurdistanê ji bo bişaftinê hêzên taybet hatin tayinkirin. Di salên 80'yî de jî bi fermî navên gund û deweran hatin guhertin û polîtîkayên bişaftin derxistina asta herî jor. Ev polîtîkayên bişaftinê nihaa bi polîtîkayên şer ên taybet li hember herêmê tê meşandin. 
 
Keda bi salan hat desteserkirin 
 
Bi taybetî dema rêveberiyên herêmî ket destê gelê herêmê gelek xebatên çand û hunerê hatin meşandin û sazî û dezgehên cur bi cur ên bi kurdî xebatan taybet dimeşînin hatin vekirin. Ev tişt ji bo parastina çand, huner, ziman û dîrokê rolek girîng dilist. Lê belê piştî tayînkirina qeyûman a sala 2016'an carek din keda ku hatî dayîn hat desteserkirin. 
 
Bêtehemûliya li hemberî kurdî...
 
Qeyûman ewilî zimanê kurdî hedef girtin û hemû xebatên ku derbarê ziman de dihatin kirin asteng kirin. Wek xebatên mîhrîcanên fîlm, şano, muzîk, kursên ziman, navendên çand û hunerê û hwd hatin astengkirin. Bi taybetî jî tabelayên bi kurdî hatin daxistin û navên tax û kolanan hatin guhertin. Cih warê dîrokî êdî bi zimanê tirkî, erebî û îngîlîzî tên nasandin. Wek Tirba Mem û Zînê. Gelek kes dema berê xwe dide Cizîrê ewilî tirba Mem û Zînê meraq dikin û diçin ziyaretê. Lê li tirbê tabeleya ku bi tirkî û îngilîzî kurte çîrokê vedibêjê derdikeve pêşberî me. Berhema Ehmedê Xanî ku wekî hebûna kurdan tê pênase kirin bi kurdî çîroka wê tune ye êdi. Lewra jî qirkirina çand, huner û ziman li Botanê li tirba Mem û Zînê hatiye destpêkirin. Her wiha di sala 2014'an de ji hêla Meclîsa Şaredariyê ya Şirnexê vê navê 12 taxan hatin guhertin, wek; Yenî Mahalle bû taxa Cudî, Îsmetpaşa bû taxa Herekolê, Gundogdu bû taxa Rojhilatê, Cumhuriyet bû taxa Bestayê û hwd mînakên şênberin. Lê belê 2016'an de her tişt guherî navên parqên bi kurdî yên navçe û navendê yekcar hatin guhertin. 
 
Kreşên bi kurdî xebat didin hatin girtin
 
Her wiha kreşa ku li navenda Şirnexê bi kurdî xebatên xwe bi rê ve dibir, Kreşa Zarokan a Nûbihara Biçûkan a Cizîrê, Dibistana Seretayî ya Bêrîvan yên Silopiyayê hemû veguherandin û dewrî Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) û baskên jinan ên AKP'ê hatin kirin. Ligel vê jî jî hemû motîfên çanda kurdî û wêneyên kesayetên navdar ên kurd ên wekî Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Qerapêtê Xaço, Eyşe Şan û Meryem Xanê li wan deran hatin rakirin. 
 
Navendên Çand û Hunerê dewrê TUGVA'ê kirin
 
Dengbêjî ji bo berdewamiya çand û dîroka gelekî rolekê girîng dilîze. Bi taybetî jî li Kurdistanê herêmên Serhed û Botanê ji hêla dengbêjiyê dê bi nav û deng in. Li Botanê gelek dengbêjên wekî Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, Mehmet Arîfî Cizîrî, Xezala Eliyê Mijinî, Ne’ma Xelîl, Salihê Şirnexî, Cemalê Mihê, Seyît Fadil, Hanifî Şirnexî û her wekî din ji bo pêşketina dengbêjiyê xebatên girîng dane meşandin. Di sala 2015’an de li Cizîrê Navenda Çanda Dengbêjiyê ji bo parastina berhemên wan dengbêjên navdar hat vekirin, lê belê mala dengbêjiyê jî ji hêla qeyûman ve hat desteserkirin. Her wiha Navenda Çand û Hunerê Laleş a Silopiyê dewrî TUGVA'ê hat kirin û rêveberên TUGVA'yê navê 'Laleş'ê ji navendê derxistin, wêneyên Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Dildar, Ayşe Şan û Meryemxan û ramanwerên kurd rakirin. Ev tişt bû sedema betaliya bi sedan kedkaran û bi hezaran xwendekarên wan navendan hatin mexdûrkirin. 
 
Li Botanê mîhrîcanên bişaftinê 
 
Piştî qedexekirina hemû cureyên xebatên çand û hunera kurd çanda xwe ya bişaftinê careke din ferz kirin. Li gelek deverên Tirkiyeyê konserên hunermendên kurd û şanoya kurdî tên qedexekirin, lê li Kurdistanê jî bi destê qeyûman mihrîcan tên lidarxistin. Mihrîcanên tên lidarxistin jî bi taybetî li bajarên ku xwerêvebirî li wan hatibû îlankirin tên lidarxistin. Qeyûman li Sûrê, Farqînê, Nisêbînê, Kerboranê ku di sala 2015'an de hema bibêje hatibûn serobinokirin mihrîcanên cur bi cur li dar xistin û qeyûmê Cizîrê di 30'yê cotmehê de bi navê "Mihrîcana Muzîkê ya Cizîrê ya By Mr. Dosso Dossî" li dar xist. Mîhrîcana ku ji hêla xwediyên holdînga Dosso Dossî ve hatî organîzekirin bi taybetî hatiye hilbijartin. Di van demên dawî de navê Dosso Dossî di rojevê de pir derbas dibe. Konser, defîle û mîhrîcanên xwe bi maliyeteke mezin li Kurdistanê li dar dixin. Ev kes kurd in û bi kurdbûna wan polîtîkayên bişaftinê tê pêşxistin. Me mînakên wan li Sûra Amedê û Cizîrê dît. 
 
Welatiyên Şirnexê derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn.
 
'Çanda me ronahiya me ye'
 
Welatiya bi navê Zeynep Kuçuk a li Cizîrê dijî, hest û ramanê xwe ya derbarê qirkirina çandî de wiha anî ziman: "Çanda ku niha li ser gel tê ferzkirin xîtabê Gelê Kurd nake. Berê li Cizîrê me zarokên xwe dişand Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê. Lê niha di destê dewletê de ye. Ew çaxê li wir dengbêjên me hebûn, jin û zarok, kal û pîrên hemû li hev diciviyan û me guhdariya wan dikir. Gava dewlet ji cihekê bitirse herî zêde li ser wê derê polîtîkayên xwe dimeşîne. Hedefa wan ew e ku Gelê Kurd xelas bibe û dixwazin herêmê vala bikin. Ji ber wê jî bi taybetî li dora ciwanan radiwestin. Tiştên ku li Cizîra Botan, Sûr û Geverê pêk hatî divê neyên jibîrkirin û ji ber ku me gelek kesên xwe windakir. Ew kesan tenê çand, mafê zimanê û azadiyê dixwestin. Nedixwestin ku gelê me di bin wan polîtîkayên şerê taybet de xwe winda bikin. Ez hertim dibêjim çanda me jiyan û ronahiya me ye.”
 
'Em ji her cûreyên qirkirinê re derbasbûn'
Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyayê Fehîme Saruhan jî di axaftina xwe de bal kişand ser astengiya zimanê dayikê û wiha bi lêv kir: "Bi sedan sal in zimanê me li her qadên civakî de hatiye qedexekirin. Xwedî derketina li çandê herî zêde bi zimanê pêkan e. Lewra  herî zêde jî li ser zimanê tê sekinandin. Em kurd ji hemû cûreyên qirkirinê ve derbas dibin. Lê yê niha ku herî zêde li ser tê sekinandin qirkirina çandî ye. Ji govendên me bigire, ziman, cil û berg û hemû cûreyan ve bi ser me ve tên. Bi vî şiklî jî dixwazin me têk bibin. Gelê Kurd ji hêla çandê ve gelekî dewlemend e. Bi polîtîkayên şerên taybet jî ciwanên kurd ji çanda xwe tên dûr xistin. Madeyên hişbirê tên belavkirin. Ev jî rêbazeke qirkirinê ye."
 
'Em ê xwedî li xwe derkevin'
 
Fehîme, destnîşan kir ku di salên 90'î de gund hatin şewitandin û valakirin û ev tişt jî mirov dikare di çarçoveya qirkirinê de bigire dest û got: "Gava gundek hat valakirin, ew ziman û çanda wan a gelerî jî tê tunekirin. Kurdên ku ji neçarî çûn metropolan armanc kirin ku bibin tirk. Bi zimanê wan biaxivin, bi çanda wan bijîn û di dibistanên wan de li gorî hişmendiye serdestan bên perwerdekirin. Bi vî yekê re nasnameya kurd tê tunekirin. Niha jî bi tayînkirina qeyûman dixwazin armanca xwe pêk bînin. Bêrîya çend salan saziyên çandê hebû ku girêdayî şaredariyê bû. Gava qeyûm tayînê şaredariyê ve hat kirin ewilî dest avêt li ser sazî û komeleyên çandê. Lewra niha di rêveberên xwecihî de saziyên çandê tune. Divê em di her alî de baldar bin. Ew ne tiştekî di rêzê de ye. Bi taybetî jî piştî 7 salan in ev polîtîka her diçe zêdetir dibe. Em ê li pêşberê van şerên qirêj dê çanda xwe biparêzin. Gava çanda me winda bibe em ê jî winda bibin. Em ê xwedî li xwe derkevin.”
 
Sibê: Têkoşîna jinan a li hemberî qirkirina jinê