Botan li ber xwe dide (3)

  • 09:06 3 Kanûn 2022
  • Dosya
 
 
Jin dê bi têkoşînê xwedî li mîrateya berxwedana Botanê derkevin  
 
Sema Çaglak 
 
ŞIRNEX - Li Botanê polîtîkayên şer bi taybetî li hemberî jinan tê meşandin. Siyasetmedarên jin ên Botanê bal kişandin ser mîrateya berxwedana jinên Botanê û gotin: "Bi rêxistinbûnê jin dikarin li dijî polîtîkayên şer û her wiha li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê li ber xwe bidin."
 
Di encama polîtîkayên desthilatdariyê de şîdeta dewleta mêr roj bi roj zêde dibe û bi vê re sûcên li hember jin û zarokan zêde dibin. Daraza li gorî pergala serdest a mêr biryara digire jî cezayên wek xelat dide gumanbaran û ev jî raste rast şîdet, tacîz, destdirêjî, qetikirina jin û zarokan girantir dike. Berxwedana jinan a li hemberî zîhniyeta qirker a serdest jî bê navber didome. Em ê di beşa xwe ya 3'yem de jî cih bidin polîtîkayên qirkirinê ya li hemberî jinan û bi taybetî jî jinên li Şirnexê dijîn. 
 
Jinên berxwedêr hertim bûn hedef 
 
Sekn, berxwedan û têkoşîna jinên Botanê her tim ji nifşên nû re bû mirateyek. Ji salên 90'î bigirin heta niha jin bi rêxistinî heta wan rojan berxwedana xwe domandiye. Li dijî desthilatdariyê, zîhniyeta paşverû ya civakê û herî dawiyê jî di pêvajoya qedexeyan de pêşengtiya xwe kir û li ber xwe da. Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir bi têkoşîna xwe bûn sembol. 
 
Xespkirina vîna jinê
 
Di hêla siyasetê de jî jin kedek mezin da. Bi taybetî jî piştî ku şaredarî gihaşt destê gel, gelek xebatên taybet ên jinan hatin pêşxistin. Di navbera salên 2014-2016'an de gelek komele, kooperatîf û qursên cuda yên jinan hatin vekirin û ji bo jinan bû hêviyeke mezin. Lê belê bi tayînkirina qeyûmanre sazî û dezgehên jinan û xebatên jinan hatin hedef girtin. Navenda Tenduristiyê ya Bişengê ku di serdema Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de hat avakirin, di dema qeyûmê de jî hat girtin. Navenda Jinê ya Sitiya Zîn û saziyên jinan ên li taxan jî veguherî atolyeyên dirûtinê û ket destê AKP'ê. Avahiya ku Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Sitiya Zîn, bi qeyûmê veguherî cihê çalakiyên endamên AKP'ê. Her wiha li Şirnexê Navenda Jinê ya Zahîde û li navçeya Silopiyayê Navenda Jinê ya Viyanê hate girtin.  
 
Her berxwedan berdevam kir
 
Bi hilbijartinên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de Hevşaredarên HDP’ê dîsa vegeriyan ser karên xwe û gelek saziyên jinan ên xebatên wan hatin rawestandin ji nû ve aktîf kirin. Lê belê di 17’ê mijdara 2019’an wê de dîsa qeyûm tayînê şaredariyên HDP’ê hate kirin  Bi vî yekê hemû navend û saziyên jinan dîsa hatin girtin. Gelek projeyên şaredariyên HDP’ê yê ku ji bo jinan hebûn bi tayînkirina qeyûmê ji holê hat rakirin. 
 
Xebatên şaredariya Silopiyayê
 
Şaredariya HDP'ê ya Sîlopiyê piştî ku ji 31'ê adara 2019'an de hat ser kar xebatên xwe yên ji bo îstihdamkirina jinan bê navber berdewam dike. Şaredariya ku heta niha ji bo jinan gelek proje kirin meriyetê van projeyên xwe jî li gorî pêdiviyên jinan pêk tîne. Yek ji van projeyan ku pêk anî Bazara Kedê ya Jinan e ku ji bo gelek jinên esnaf bûye qada îstîhdamê. Her wiha Şêwîrmendiya Jinê ya Taybet Înan jî yek ji van saziyan e ku armanc dike pêşîya tundî û qetîlkrina jinan bigire. Herwiha jinan, ligel her cureyên êrişan û xespkirina destkeftiyan dîsa berxwedana xwe azadiyê bê navber dan meşandin.
 
299 jin hatin qetilkirin 
 
Mijarek din a girîng jî qetilkirina jinê ye. Em dixwazin di serî de daneyên giştî ya ajansa xwe ya derbarê kuştina jinan de bidin. Li gorî daneyên ajansa me di 10 mehên dawî de 299 jin û 45 zarok ji aliyê mêran ve hatin qetikirin. 190 jin û 51 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ev daneyên ku hatin dayîn rastiya encamên polîtîkayên serdest nîşan dide. Lê belê cureyên polîtîkayên serdestan li gorî Kurdistan û Tirkiyeyê diguherin. 
 
Dixwazin civakê tune bikin
 
Me gelek caran di nûçeyên xwe de behsa zêdebûna bikaranîna tiryakê, torên fihuşê, zêdebûna bûyerên tundî û destdirêjiyê kir. Ev tişt li Şirnex û navçeyên wê her ku diçe zêdetir dibe. Bi polîtîkayên wisa dixwazin civakê tune bikin û ji nirxên heyî dûr bixin. Bi taybetî li vî deverî bi destê polîs, leşker, cerdevan û karmendên dewletê ve ev polîtîkayên taybet ên şer tê meşandin. 
 
Rojên borî parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nuran Îmîr, di pêşnûmeya xwe diyar kir ku li Şirnexê di nava 2 salan 16 jin hatine qetîlkirin û daxwaz kir ku ev mijar ji hêla Meclîsê ve bê lêkolînkirin.  
 
Faîl nêz in
 
Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê, parêzvanê Şaredarê AKP’ê yê bajaroka Dêrahinê Cemîl Yildiz cerdevan Cengîz Aydemîr û cerdevan Samî Yildiz ku bi awayekî sîstematîk tecawizî zaroka 17 salî ya bi navê S.A. ku bi dêmariya xwe re dijiya kiribûn. Tecawiz pîştî ku  di 27'ê mijdara 2021'ê de zarokê ji xizmekî xwe re vegotibû derketibû holê. Piştî vegotina zarokê û giliyê hat kirin, di 19'ê adarê de cerdevan Cengîz Aydemîr û Samî Yildiz û demariya zarokê Berîvan Aydemîr hatibûn girtin.
 
Têkiliyên bi hêzên paramîlîter
 
Sakîne Kultur (40) a li navçeya Silopiya ya Şirnexê, di 14’ê gulana 2022’yan de ji aliyê  Seroka Tevgera Taybet a Herêma Şirnexê Îbrahîm Barkîn ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Kujerê ku hat girtin, hat hînbûn gelek dosyayên lêpirsînê derbarê wî de hene û heta niha bêceza hatiye hiştin. Piştî qetîlkirina Sakîne Îbrahîm Barkin di çarçoveya lêpirsinê de hate girtin lê derbarê dosyayê de heya niha pêşketinek nîne.
 
Firdevs bi çekê cerdevan hat qetîlkirin
 
Dîsa Firdevs Babat li bajarêkê Sêgirikê ya girêdayî navçeya Qilebanê ya Şirnexê, di 21’ê tebaxa 2022’yan de bi îşkenceyê hat qetilkirin û cenazeya wê li Çemê Hêzilê hate dîtin. Hat hînbûn ku kujera Firdevs Ahmet Babat, bi çeka birayê xwe ya cerdevan Ramazan Babat ve Firdevsê qetîl kiriye. Her wiha hate diyarkirin ku Ramazan Babat di meha gulanê de tecawizê zaroka bi navê S.G. ya 16 salî kiriye û Hazim Babat û Şeyhmûs Babat xwestine ser bûyerê bigirin. Piştî vê yekê di 24’ê hezîranê de Ramazan Babat ji sûcê tecawîzê hate girtin.
 
Li Hezexê komkujiya mêr!
 
Di 24’ê tebaxa 2022’yan de, li taxa Yenî ya navçeya Hezexê ya Şirnexê Hasan Karaaslan di 24’ê tebaxê de bi şev jina ku pêre hatî zewicandî Leyla Karaaslan (40) û zarokên xwe yên di xew de Derya (17), Melek (16) û Şerîfe (13) qetil kir. Kujer Karaaslan, piştre çû Midûriyeta Polîsan a Hezexê teslîm bû. Hasan ji aliyê dadgehê ve bi sucê “kuştina bi qesdî ya hevjîn xwe û zarokên xwe" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Şirnexê. Her wiha Hasan Karaaslan xwe bi îdîaya “Şîzofreniyê” parast.
 
Polîs tecawiz dike, dewlet li ser digire
 
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîs Enes Aydemîr ku parastina Amîrê Asayîşa Midûriyeta Eminiyeta Navçeyê dikir, di 8’ê nîsana 2021’ê de tecawizî jina bi navê S.S. kiribû.  S.S. ji ajansa me re axivî û bûyera hatibû serê wê vegotibû. S.S. diyar kiribû ku polîs tundî lê kiriye, tecwizî wê kiriye û li mala xwe ew hepis kiriye. Piştî S.S. ji destê Enes Aydemîr difilitê giliyê wî dike. Le ji ber ku polîsan îfadeya wê baş negirtibû, delîlên tecawizê kom nekiribûn. Her wiha bijîşk jî ew baş muayene nekirîbû û rapor nedabiyê. Ji ber wê jî derbarê giliyê ku S.S. kiribû de biryara neşopandinê hatibû dayîn. Lê S.S. bi parêzerê xwe re îtîrazî biryara neşopandinê kir û carek din gilîyê Enes Aydemîr kirin.
 
Derbarê mijarê de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîrê Zîlan Ecevît, Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan û Parezêr Aycan Îrmez ji ajansa me re axifîn. 
 
‘Armanc valakirina herêmê ye' 
 
Hevseroka HDP’ê yê navçeya Cizîrê Zîlan Ecevît di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser polîtîkayên dewletê ya li hember jinên Botanê û wiha axivî: “Niha li herêmê polîtîlayên şer ên taybet di dewrê de ye. Ji milekê ve xwezayê qetîl dike, ji milkê ve tiryak, fihuş û çanda tecawizê di nava civakê de li pêş dixe. Her wiha Hikûmeta AKP’ê rûyê xwe ya herî bi aşkere di betalkirina Peymana Stenbolê de nîşan da. Piştî ku Peymana Stenbolê ji holê hat rakirin qetîlkirina jinan ji sedî sed zêde bû. Her roj bi dehan jin bi awayekî howane tê qetîlkirin."
 
'Kujer nayên cezakirin'
 
Zîlan, da zanîn ku li Şirnexê j qetîlkirina jinan girêdayî polîtîkayên şer ên taybet pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Botanê qetîlkirina jinan ji ber polîtîkayên bêceza hiştinê her diçe zêde dibe. Di nava civakê de meşrû tê nîşandan. Di nav du salan de nêzî 30 jin hatin qetîlkirin û piraniya kujerên wan ne diyar in an jî nehatine cezakirin. Kujerên van jinan zêdetirê girêdayî hêzên dewletê ne. Lewra jin û malbat ji bo xwe biparêzin cih û warê xwe terk dikin. Di demên dawiyê de em dibîmin ku çûyîna li Ewropayê derketiye asta herî jor." 
 
‘Li hemberî şer xwerêxistinkirin girîng e' 
 
Zîlan, anî ziman ku ji bo avakirina jiyaneke azad, parastina çand û civakê berxwedana jinên kurd mînak e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Yê ku pêşengtiya vê berxwedanê û têkoşînê dikin jin û fikra wan e. Lewra zîhniyeta serdest a mêr di serî de jinê hedef digire. Bi taybetî jî jinên kurd di her qadên civakê de ve tên hedef girtin. Jin êdî li Botanê xwe di ewle de hîs nakin. Li hemberê van polîtîkayan jî rol û berpirsyariya jinê gelek girîng û giran e. Ji ber vê jî divê jin li hemberê vê rêxistinbûyîna xwe mezin bike û pêşengtiyê bike. Jin dê bi rêxistinbûna xwe dê polîtîkayên şer ên taybet têk bibe." 
 
‘Botan her tim bû hedef' 
 
Hevşaredara HDP’ê yê navçeya Silopiyayê Adalet Fîdan jî bilêv kir ku Botan zêdetirî ji aliyê polîtîkayên bişaftinê ve tê hedef girtin û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Gava em dibêjin Botan serhildan tê bîra mirovan. Ji ber ku Botan hertim li hemberê zilm, zordestiyê li ber xwe daye. Dema ku gelekê têkoşer be, li ber xwe bide û li hemberê desthilatdariyê serî netewîne vê gavê dibe hedefa serdestan. Ji salên 90’î ve heya niha bi hezaran gund hatin xirakirin û welatî ji neçariyê koçberê metropolan an jî derveyî welat bûn. Gava koçberî çêbû, gel ji çand û dîrok û nasnameya xwe jî dûr ketin. Yê ku herî zêde ji çanda xwe parastiye û ji çanda xwe dûr neketiye herêma Botanê ye. Çand ji bo berdewamiya civakekê hilmekê esas e. Yê ku ew çandê biparêzê jin e. Lewra Botan ji aliyê bişaftinê ve jî hertim di hedefê de ye.”
 
‘Êdî bi vekirî jin tê qetilkirin' 
 
Adalet, diyar kir ku ji bo Gelê Kurd tişta herî girîn civakbûne û wiha bi lêv kir: "Gelê Kurd her tim ji bo afirandina civakekê exlaqî tevgeriya ye. Gava em behsa efirandina civakekê exlaqî bikin divê tê de desthilatdarî tune be. Di civakbûnê de her tim jin pêşengtî kiriye. Ji bo parastina çand, huner û dîrokê her di nav berxwedanê de bûne. Lê belê li dijî vê yekê jî her tim jin bûne hedef û bi qirkirinê re rûbirû mane. Dibe ku tu wextî ewqas jin nehatine qetîlkirin. Qirkirina jinê êdî bi vekirî tê kirin. Polîtîlayên xwe yên li ser jinê jî bi aşkere nîşan didin. Di nav kolanan de jin tên qetîl kirin. Desthîlatdariya ku şûna jinê biparêze kujerên wan diparêze ji bo qetîl kirina jinan re rê vedike. Ji bo ku bêexlaqî pêş bikeve li hemberî civakê polîtîkayên cur bi cur li pêş dixe. Her çiqas zilm û zordarî li ser jinê hatiye pêkhatibe jî jin her di nav berxwedanê de bûn."
 
‘Dixwazin civakê bêfikr bihêlin' 
 
Adalet, destnîşan kir ku ya ku jiyanê afirandiye jin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Polîtîkayên taybet ên şer ji hêla hêzên taybet ve tê meşandin. Ev tişt di bin navê evînekê sexte de tê meşandin û jin tên xapandin. Piştre teslîm digirin, di encama teslîmbûnê de jî mirinê qebûl dikin. Anga teslîmiyeta jinê teslîmiyeta civakê ye." Dixwazin civakê bêfikr, bê hilm û bê raman bihêlîn. Dixwazin bi vî yekê destkeftiyên jinan jî têk bibin. Jin jî bêguman têkoşîna xwe ya li dijî vê yekê dimeşîne. Ji bo mînak divê Îpek Er ji bîra me neçe. Gulîstan Doku divê ji bîra me neçe. Wekî wan gelek mînak hene ku rewşa qirkirina jinê dîne berçav. Divê haya me ji van polîtîkayan hebe û em hişyar bin. Xala herî girîn ya li hemberî polîtîkayên şer jî xwerêxistkirine." 
 
‘Qetlîama jinê veguheriyê jenosîdê’
 
Parezêr Aycan Îrmez jî diyar kir ku qanûnên ku jinê biparêze nîne û got: “Di serî de li Şirnex û li herêmê qetlîama jinê veguheriyê jenosîdê. Ji ber ku ev qirkirin li dijî nasnameya jinê tê kirin. Gava em kujerên jinan dinêrin jî ew zêdetirî hêzên girêdayî dewletê derdikevin. Gava faîl dibin hêzên dewletê bi polîtîkayên bê ceza hiştinê jî tên parastin. Ji ber van sedeman jî mixabin gelek jin dawî li jiyana xwe tînin. Ew jî hemû yek û yek qirkirinek in. Gava mijar dibe jin em li qanûnan dinêrin lê belê qanûnên ku jinê biparêze nîne. Li gorî qanûnan li vî welatî hebûna jinê bi malbatê ve bi sînor e. Li Şirnexê jî gelek jinên ku bi girêdayî hêzên dewletê ve tên qetîlkirin hene, lê mixabin bi polîtîkayên bêceza hiştinê rê li ber kuştina jinan vedike."  
 
Sibê: Qirqirina xwezayê qirkirina civakê ye