Ji bo Çaglar Demîrel cezayê girtîgehê hat xwestin

  • 11:47 27 Îlon 2022
  • Ekolojî
 
AMED - Di çarçoveya xala 301'emîn de, derbarê parlementera berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel de cezayê girtîgehê hat xwestin.
 
Derbarê parlementera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demîrel ji ber çeteyên DAIŞ’ê û desthilatdariya AKP û MHP’ê rexne kiriye û ji ber ku tevlî çalakiyan bûye doz lê hatibû vekirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Asliye ya 4’emîn a Amedê hat dîtin. Çaglar tevlî rûniştinê nebû, parêzer Serdar Çelebî di dozê de amade bû.
 
Dozgeriyê xwest Çaglar li gorî xala 301’emîn a Qanûna Cezayê Tirk were cezakirin. Parêzer Serdar Çelebî ji bo parastinê dem xwest.
 
Dadgehê daxwaza demxwestinê qebûl kir û rûniştin taloqî 15’ê mijdarê kir.