Jinan ji bo 6’ê Sibatê çalakî li dar xist 2026-02-05 21:24:48   ENQERE - Jin bi wesîleya salvegera erdheja 6’ê Sibatê li Kolana Yukselê hatin gel hev û diyarkirin ku tevî sê sal di ser bûyerê re derbas bûye hîna bi sedan kes di konteynir, konan de di bin şert û mercên xerab de dijîn.   Platforma Jinan a Enqereyê bi wesîleya salvegera erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereş bû û bando rli 11 bajarî kir li kolana Yukselê hatin gel hev, zincîra mirovahiyê avakirin û meşiya Kolana Sakaryayê.   Li ser navê platformê Sîbel Sari daxuyanî xwend.   Sîbel Sari da zanîn ku tevî 3 sal der bas bûye hîna bi sedan kes di konteynir, konan de di bin şert û mercên xerab de dijîn û wiha got: “Ev şert ji bo jinan hîn girantirin. Ki bajarên konteyniran mahremiyet hatiye tunekirin, hîjyen tuneye, tundî û destdirêjî heye. Ev şert û merc jinan bê parastin dihêlin. Em ê bi jinan re piştevaniya xwe bidomînin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”   Jinan daxwaz wiha rêz kirin:   “*Divê demildest ji bo jinên herêma erdhejê derfetên ewle yên starbûnê bên avakirin!   *Divê yekîneyên pêşîgirtina tundiyê bên xurtkirin, divê ev yekîne çalak û bandor  bin!   *Divê li hemû bajarên ji erdhejê bandor bûne stargehên jinan bên avakirin!   *Divê qadên bi ewle bê avakirin, mekanîzmayên serlêdanê bên vekirin!   *Divê mafê xizmeta tenduristî, zayendî, civakî û hiqûqî ya jinan bikeve bin ewlehiyê!”   Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.