Rêveberiya Kobanê: Hikûmeta demkî tu gav neavêtiye 2026-02-07 17:33:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Kobanê têkildarî civîna li Helebê daxuyanî da û got ku tevî sozên hatine dayin jî heta niha hikûmeta demkî tu gavek neavêtiye.    Rêveberiya Kobanê têkildarî dan û standinên xwe yên li gel rêveberiya parêzgariya Helebê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gorî peymana 29’ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Şamê de, gava yekemîn li navçeya Şêxlerê hat avêtin û entegrasyon di navbera hêzên ewlehiyê yên li wê deverê hate kirin.”   Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên şêniyan û vegera koçberan li malên wan, li gundewarê bajarê Kobanê civînek di navbera Rêveberiya Kobanê û cîgirê parêzgarê Helebê de bi amadebûna rûspiyên Kurd û Ereb pêk hat. Civîn bi encamên erênî bi dawî bû û di nav de cîgirê parêzgarê Helebê li ser navê parêzgar, Rêveberiya Kobanê vexwend ji bo civînekê serdana bajarê Helebê bikin.   'Gavek şênber nehatiye avêtin'   Li ser vexwendina ku gihaşt Rêveberiya Xweser a Kobanê, şandeyek ji rêveberî û rûspiyên Kobanê di 5’ê vê meha Sibatê de berê xwe da bajarê Helebê da ku bi parêzgar re bicivin. Li wir hevdîtin bi cîgirê parêzgar û fermandarê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a parêzgeha Helebê re pêk hat. Di civînê de gelek dosyayên girîng ên têkildarî herêmê hatin nîqaşkirin; di serî de gavên pratîk ên li navçeya Şêxler hatine avêtin û gavên ku divê li navçeya Çelebiyê werin avêtin da ku vegera hemû şêniyan bo gundên wan were misogerkirin. Her wiha mijarên xizmetguzariyê mîna qutbûna av, elektrîk û înternetê hatin gotûbêjkirin. Lê belê tevî sozên ku nûnerên hikûmetê di civînê de dan, heta niha ji aliyê hikûmetê ve gavên berbiçav nehatine avêtin, bi taybetî vekişîna hêzên leşkerî ji Çelebiyê û rakirina dorpêça li ser bajarê Kobanê.   'Navê Eyn El Ereb li dijî rastiyê ye'   Di vê çarçoveyê de, em wek Rêveberiya Kobanê teqez dikin ku daxuyaniyên piştre di çapemeniyê de hatine weşandin, xizmeta çareserkirina pirsgirêkan nakin û bi tu awayî bi naveroka peymanê re li hev nakin. Her wiha binavkirina Kobanê wek ‘navçe’ û israra li ser bikaranîna navê ‘Eyn El Ereb’ li dijî rastî û rastiyên li ser erdê ne.   'Divê hikûmet berpirsyariya bîne cîh'   Em careke din pabendbûna xwe bi xalên peymanê û pêkanîna wê ya li ser erdê re nîşan didin û diyar dikin ku em amade ne berpirsyariyên xwe bi cih bînin da ku ev pêvajo bi pêş ve biçe. Em bang li hikûmeta Şamê dikin ku erkên dikevin ser milê xwe bi cih bîne û gavên pêwîst temam bike, bi taybetî vekişandina hêzên leşkerî ji gundên di nav sînorên îdarî yên herêma Kobanê de, rakirina dorpêça li ser bajêr û rakirina astengiyên li pêşiya dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn ji bo şêniyan.”