Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re daxuyanî da 2026-02-12 12:11:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê diyar kir ku sala 2026'an bikin sala azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd.   Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê di çarçoveya çalakiyên bi boneya salvegera 27`an a Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo de daxuyanî da.   Daxuyanî bi amadebûna endamên înîsiyatîfê li ber avahiya Navenda Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ya li bajarê Qamişlo hate dayîn. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji hêla endama însiyatîfê Şama Mihemed ve û bi zimanê Erebî ji aliyê  endama înîsiyatîfê Jiyan Ekendî ve hate xwendin.   Di destpêka daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "di 15`ê Sibata 1999`an de, bi destê hêzên navneteweyî ji bo ku felaketeke dîrokî bi encamên giran û bandorên neyînî yên dirêj bê çêkirin, xirabtirîn komplo li dijî gelê Kurd hate çêkirin. Bi komployê Rêber û fîlozof Abdullah Ocalan ji paytexta Kenya Nairobi revand û desteser kir. Ev komplo, berjewendiyên hêzên navneteweyî yên piralî, li ser pişta maf, xeyalên azadî û dadê yên gelan nîşan da."   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca hêzên navneteweyî ji komployê tunekirina dengê maf û azadiyê bû û wiha hat domandin " Rêber Abdullah Ocalan di 27 salên berxwedan û sekinê de, bi gelê Kurd re li dijî şidet, înkarkirin û jenosîda herî dijwar a ji aliyê hêzên ku hewl didin û hê jî dixwazin nasname û serxwebûna wî tunê bikin, rawestiye. Di bin mercên nemirovî ku dîrok mîna wê nedîtiye, Rêber Abdullah Ocalan bi hişê xwe yê zana, dîtina xwe ya kûr û nirxandina xwe ya rast a bûyeran, li dijî şer û wêranê sekiniye. Rêber Abdullah Ocalan her gav ji bo çareseriya demokratîk xebitiye û wê wekî rêya yekane ya aştiyê dîtiye. Ji ber baweriya wî ku jiyana hevpar a gelan li ser bingeha wekhevî, dad û azadiyê, bingehê ku divê pêşeroja herêmê li ser were avakirin. Lê mixabin, her çiqas ev axaftin ji bo aştiyê, ewlekariyê û aramiyê vekirî be jî hêzên tarî tenê bi awayekî, neteweperest, mezhebperest û berjewendiyên navneteweyî yên li dijî wan diaxivin û li ser rêya xwe ya ku tenê bêtir şer, wêranî û jenosîdî ser gelê Kurd ê kevnar dimeşîne.”   Di daxuyaniyên de êrişên vê dawiyê yên li ser Rojava wekî berdewama komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat binavkirin û wiha hate gotin "Xwesteka gelê Kurd û xeyala wî ya azadiyê têk bibin. Lê gelê Kurd li hemû herêmên Kurdistanê û derveyî welat, wekî ku her gav kirî, isbat kir ku vîna wî hişke û naşike. Berxwedana şervanên YPG û YPJ ji bo hemû gelên herêmê û cîhanê, bû çavkaniya îlhamê.”   Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Serê xwe bilind bike ji bo wan qehremanên ji bo şeref û rûmeta gelê Kurd şer kirin, serkeftinên mezin li dijî zilm û zordariyê bi dest xistin. Serê xwe hezaran caran bilind bike ji bo fedakariyên şehîdên ku bi xwîna xwe ya pak welat avda. Em bawer dikin û ev baweriya me ji yekrêziya Kurd û berxwedana zarokên me tê, ku komployên mezin yên li dijî Kurdan, her çiqas bihêz bin jî, nikarin berxwedana Kurdan têk bibin, Berevajî wê, ew dê pêşerojeke ronak û serkeftî ava bike. Em dê sala 2026`an bikin sala azadiyê, sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan û sala azadiya gelê Kurd li her deverê.”