Heyeta UNICEF û UNWFP’ê li Kobanê ye 2026-02-12 18:09:09   NAVENDA NÛÇEYAN – Heyeteke UNICEF û UNWFP'ê ku serdana bajarê Kobanê kir, rewşa kesên ku bi zorê koçber bûne bi nûnerên rêxistinan re nîqaş kirin.   Heyeteke ku ji endamên Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) pêk dihat, ji bo lêkolînan serdana bajarê Kobanê kir.   Heyetê bi nûnerên saziyên av, tenduristî, ceryan, perwerde, înternet û aborî re civiya, li ser bandorên dorpêçê yên li ser bajêr û rewşa kesên ku bi zorê koçber bûne guhdarî kir. Nûneran ji şandeyê xwestin ku rewşê ji nêz ve bişopîne û tedbîrên pêwîst bigire.   Piştî nîqaşkirina rewşa li bajarê Kobanê ku bi rojan e di bin dorpêçê de ye, heyetê dibistan, baxçeyên zarokan, nanpêjxane û mizgeftên ku kesên ku bi zorê koçber bûne lê dimînin, kontrol kir.