TJK-E:'yê jI bo meşa 14'ê Sibatê banga tevlibûnê kir 2026-02-13 11:39:06   NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê bang li gelan bi taybetî jî jin, ciwan û hêzên demokrasiyê kir ku 14'ê Sibatê beşdarî meşa mezin a li Strasbourgê bibin û têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê bilind bikin.   Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera 27'emîn a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û hêzên komploger bi hêrseke mezin hatin şermezarkirin û şehîdên demokrasî û azadiyê bi hurmet û minet hatin bîranîn. Her wiha berxwedana bênavber a jinên Kurd, gelê Kurd û dostan a li hemberî komploya navneteweyî hate silavkirin.   TJK-E'yê diyar kir ku komploya 15'ê Sibata 1999'an li hemberî Rêber Apo hate kirin, planeke berfireh bû ku xwest têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tasfiye bike, lêgerîna gelan a li jiyana wekhev û demokratîk ji hev belav bike û veguherîna civakî ya li ser bingeha azadiya jinê rawestîne.   Hate destnîşankirin ku komploya navneteweyî di heman demê de êrişek li ser têkoşîna azadiya jinê bû û hate gotin, "Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd weke hêza hejandina hêmanên bingehîn ên sîstema serweriya mêr hate dîtin. Bandora îdeolojiya rizgariya jinê li tevahiya herêmê û asta navneteweyî, kir ku ev îdeolojî bibe hedef."   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku berxwedana gelan a ku li hemberî pêvajoya komployê hate kirin, ev hesab pûç kir û hate gotin, "Çalakiyên girseyî yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hatin kirin, bi şênberî raxist pêş çavan ku îradeya gelan nikare teslîm bê girtin. Berxwedana 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' nîşan da ku ev pêvajo sekneke dîrokî ye."   TJK-E'yê diyar kir ku Rêber Apo di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de bi têkoşîna xwe ya polîtîk û fikrî komplo pûç kir û got, "Li mercên zindanê bi kûrbûna xwe, bi analîzên xwe yên berfireh ên li ser krîzên avanî yên modernîteya kapîtalîst, perspektîfên xwe yên civaka demokratîk, modernîteya demokratîk û sosyalîzma demokratîk di vê pêvajoyê de bi rêk û pêk kir û li se bingeha azadî û demokratîk a civakê weke xeteke siyasî ya gerdûnî xurt kir."   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Şoreşa Rojava bû bersiva şênber a vê xetê û hate gotin, "Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê pêk hat; azadiya jinê kir navenda jiyana civakî. Ji ber vê jî êrişên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de êrişa li ser îradeya jiyana bi hev re ya gelan, nirxên afirîner ên civaka demokratîk û îdîaya jiyana azad a jinan e. Êrişên taybet ên li hemberî jinan, polîtîkayên tepisandin û tundiyê weke rewşa herî nûbÛyî û xetere ya komploya navneteweyî derdikeve pêşberî me. Lê belê berxwedana gelan û jinan ev êriş asteng kir. Îradeya xwedîderketina li Rojava bi îradeya xwedîderketina li şoreşa jin^eû destketiyên azadiyê yên gelê Kurd re bû ye. Weke jin em xwedî li îradeya jiyana azad a li Rojava derdikevin. Vê îradeyê berxwedana dîrokî ya jinan gihandiye vê serdemê."   TJK-E'yê destnîşan kir ku di vê demê de ku komploya navneteweyî bi rengekî nûbûyî dewam dike, gelê Kurd hişmendiya yekîtiya neteweyî hîn bi xurtî afirandiye û bang li jinan û hemû beşên civakî kir ku vê îradeya yekîtiya neteweyî xurtir bikin.   Di daxuyaniyê de hate gotin, pêvajoya 'Aştî û civaka demokratîk' a ku Rêber Apo afirand, bingeha jiyana azad a li Rojhilata Navîn e û hate ragihandin ku weke jin ew xwedî li vê pêvajoya avabûna civaka demokratîk derdikevin.   TJK-E'yê biryardariya xwe ya têkoşîna li djiî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li ser vê bingehê careke din diyar kir û di serî de jin û ciwan, bang li gelan û hêzên demokrasiyê kir ku 14'ê Sibatê beşdarî meşa mezin a li Stasbourgê bibin, têkoşîna ji bo civaka demokratîk û azadiyê bilind bikin.   Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Divê neyê jibîrkirin; têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, misogerkirina statuya gelê Kurd û mayindekirina jiyana demokratîk, wekhev û azad a gelan dewam bike."