Banga li darxistina konferansa neteweyî hat kirin 2026-02-14 12:10:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Rojavayê Kurdistanê, bang kir ku konferansek neteweyî ya Kurd were lidarxistin, bal kişand ser girîngiya parastina nasname û destkeftiyên neteweyî û rola pêşeng a jinên Kurd.   Komîteya Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Rojava, îro daxuyaniyek nivîskî weşand û girîngiya parastina nasnameya Kurd û destkeftiyên neteweyî yên di salên dawî de hatine bidestxistin dubare kir. Di daxuyaniye de hat destnîşankirin ku tecrubeyên Rojava di dîroka hemdem a gelê Kurd de qonaxeke diyarker e û di wijdanê Kurdên li Kurdistan û dîasporayê de ruhê neteweyî ji nû ve zindî kir.   Komîteyê, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola pêşeng a jinên Kurd di berxwedanê de destnîşan kir ku Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) li dijî teror û tundrewiyê xeta yekem a parastinê ye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jinên Kurd di parastina civak, ax û nasnameyê de roleke pêşeng dilîzin û YPJ’ê jî di şerê li dijî DAIŞ’ê de tevkariyên girîng pêşkêş kir û hat diyarkirin ku ev tecrube, pozîsyona hevpar a bingehîn jinan di parastinê de bihêz dike.   Komîteyê, ji bo ciwanên ku di parastina rewa de cih digrin û ji bo Kurdên li her çar beşên Kurdistanê, li dîasporayê silavên xwe şand û destnîşan kir ku destkeftiyên siyasî, çandî û perwerdeyî yên li Rojava berhema têkoşîna 14 salan in û bi taybetî jî berxwedana li dijî DAIŞ’ê ku bihêzkirina jinan û pêşxistina saziyên sivîl jî di nav de wê tu caran dev ji wan destkeftiyan bernedin.   Komîteyê, li dijî pêkanînên gefê li hebûn û nasnameya gelê Kurd dixwin hişyarî da û diyar kir ku ev rewş nîşan dide, pêwistî bi destxistina yekîtiya Kurdan û afirandina stratejiyeke neteweyî ya hevpar heye.   Komîteyê, di berdewamiya daxuyaniya xwe de banga lidarxistina konferansek neteweyî ya berfireh bi beşdariya nûnerên ji her çar beşên Kurdistanê kir û got: “Armanc ew bû ku vîzyona siyasî bê yekkirin û mîsogerkirina beşdariya xurt a hevkar a gelê Kurd di pêvajoyên siyasî yên pêşerojê de ye.   Komîteyê, daxwaz kir ku Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê gelê Kurd bi destûrî nas bike û mafên siyasî, çandî û neteweyî mîsoger bike. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin di civaka navneteweyî de jî derengxistina naskirina van mafan nikare têkoşîna aştiyane ya gelê Kurd rawestîne û naskirin ji bo aramiya herêmî pir girîng e.   Di dawiya daxuyaniyê de biryardariya pabendbûna parastina destkeftiyên gelê Kurd û xurtkirina rola hevkar a tevahî ya jinan di avakirina pêşerojeke li ser bingeha edalet, azadî û rûmetê de hat tekezkirin