Li Kopenhaagê meşa ‘Ji Ocalan re azadî, ji Rojava re statu’ 2026-02-14 20:11:13     NAVENDA NÛÇEYAN- Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên ku li paytexta Danîmarka Kopenhaagê meşiyan, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanû naskirina statuya siyasî ya Rojavayê Kurdistanê kirin.   Li Kopenhagê bi sedan Kurdistan û dostên wan bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statu” meş û mitîng li dar xistin.Kurdistanî û alîgirên xwe, di saet 13:00’an de li Qada Vesterbros Torvê li hev civiyan. Girseyê ku ji vir heta Rådhuspladsen (Qada Şaredariyê) meşiyan û danezana bi Ingilîzî xwend û belavkirin.   Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Frihed for Ocalan”, “Statu for Rojava”, “Biji Berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.   Çalakî li Rådhuspladsenê bi mitîngê dewam kir. Di axaftinên li ser navê Platforma Azadî ji Ocalan re û ciwanên enternasyonalîst de, hate diyarkirin ku Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokrasiyê de aktorekî polîtîk ê bingehîn e û hate destnîşankirin ku divê tavile were berdan.   Piştî axaftinan, ji bo çalakiyên nû ku wê daxwaza statu ji Rojava re bê lidaraxistin, bang hate kirin. Mitîng bi dirûşmeya, “Frihed for Ocalan” bi dawî bû.