Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Iraqê: Divê Rêber Apo azad bibe 2026-02-15 13:42:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Iraqê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û xwest, bersiv ji banga aştî û civaka demokratîk re bê dayin.   Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Iraqê bi wesîleya salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo daxuyaniyek da.   Daxuyanî wiha ye:   “Em bi navê Înîsiyatîfa Iraqê ji bo Azadiya Ocalan diyar dikin ku mayîna birêz Ocalan li Zindana Îmraliyê ne tenê tedbîrek cezakirinê ye, lê belê hewldanek siyasî ya sîstematîk e ji bo astengkirina projeya wî ya aştiyê ya demokratîk. Ev proje ji bo xwişk û biratiya gelan bang dike.   Li ser bingeha berpirsiyariya me ya exlaqî û siyasî, em daxwaza serbestberdana tavilê û bê şert û merc a rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên ramanê û girtiyên siyasî dikin. Em dibêjin ku azadiya rêber û ramyaran şertek pêwîste ji bo her çareseriyek siyasî û aştiya rastîn nayê avakirin dema ku sembolên wê girtî bin.   Em soz didin ku têkoşîna xwe ya aştiyane û demokratîk li kêleka gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê bidomînin heya ku ev neheqiya dîrokî bi dawî bibe. Dengên me wê ji bo edaletê bilind bibin heya ku em Rêber Abdullah Ocalan di nav gelê xwe de azad bibînin û serdemeke nû ya aştî û edaletê bidin destpêkirin.”