Komîsyona meclîsê ji bo rewşa dawî ya raporê dicive 2026-02-17 16:11:46   ENQERE - Komîsyona Meclîsê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ava bû, ji bo nirxandin û dengdana li ser rewşa dawî ya raporê sibe saet di 11:00 de dicive.   Civîn wê bi serokatiya serokê komîsyonê Nûman Kûrtûlmûş pêk were. Hevdîtin wê li Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî yên li nava komîsyonê bê lidarxistin.   Li gorî agahiyan, civîna komîsyonê ya sibe wê bibe civîna dawî.