Li Bedlisê panela Roja Zimanê Dayikê 2026-02-17 17:22:08   BEDLÎS - Di panela ku ji aliyê Komaleya Ziman û Wêje (MEDYA-DER) û Komeleya Wêjekarên Kurd ve bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat lidarxistin de, hat gotin ku divê Kurdî di her qadên jiyanê de bê bikaranîn.   Komaleya Ziman û Wêje (MEDYA-DER) û Komeleya Wêjekarên Kurd bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Tetwanê li salona konferansê bi sernavê "Rewşa Perwerdehiya Kurdî" panelek li dar xistin. Li salona ku panel lê hat lidarxistin, pankarta "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê" hat daliqandin. Di panelê de Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê, pêkhateyên wê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên bajêr û gelek welatî amade bûn.   Di panela bi moderatoriya Bêrîvan Canbey Dûrsûnê hat lidarxistin de, nivîskar Faîk Taç li ser mijara "Wêjeya Kurdî û Netewe" pêşkêşiyek kir. Taç diyar kir ku wêjeya nivîskî ya Kurdî li paş wêjeya devkî ya Kurdî ye û got: "Dema ku em nêzîkî wêjeya nivîskî dibin, divê em ne tenê wekî şêweyeke hunerî, lê bi hişmendiya Kurdbûnê, bi hişmendiya ku ew romana Kurdî hebûna me ye, nêzîkî wê bibin. Divê em bi vî rengî, di nav têkoşîna hebûnê de, nêzîkî Kurdî bibin. Em ji bo Kurdî bedêl didin; lê piraniya me di jiyana xwe de bi Tirkî diaxivin. Bê guman, em ne li dijî tu zimanî ne. Lê zimanê me di nav êgir de ye, di şerê hebûnê de ye. Ji ber vê yekê, divê em vî zimanî li sûkê, li bazarê, li malê bi kar bînin. Divê em li gorî wê tevbigerin û xwedî li Kurdî derkevin."   Asîmîlasyon û otoasîmîlasyon hat nîqaşkirin   Nivîskar Orhan Sakçi di pêşkêşiya xwe ya bi sernavê "Ziman û Wêje" de bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî. Sakçi diyar kir ku hewl tê dayîn ku di navbera her du zaravayên Kurdî, Kirmanckî û Kurmancî de dabeşbûn çêbibe û bi taybetî Kirmanckî ji zimanê din ê Kurdî tê veqetandin, ev yek jî xetereya jibîrkirina wê zêde dike.   Elîf Gemîcîoglû Yavîçê jî di pêşkêşiya xwe ya li ser "Jin û Wêje" de destnîşan kir ku jin di dîroka Kurdan de hem hilgirên çandê û hem jî yên ziman bûne. Elîf Gemîcîoglû Yavîçê diyar kir ku zimanê Kurdî ji nifşekî bo nifşekî din hatiye veguhastin û ev bi piranî bi rêya dayik û dapîran çêbûye.   Mamosteyê zimanê Kurdî Abdulhekîm Kartal bi sernavê "Zimanê Dayikê û Girîngiya Wê" de axivî û diyar kir ku divê her kes bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne. Kartal bal kişand ser xetera otoasîmîlasyonê di civaka Kurd de û girîngiya bikaranîna Kurdî di hemû aliyên jiyanê de destnîşan kir.   Panel bi xwendina helbestên Kurdî yên Sakçi û pirs û bersivan bi dawî bû.