Zanîngehê derbarê çalakiya ji bo Rojîn Kabaîş de lêpirsîn da destpêkirin 2026-02-19 15:58:07   WAN - Zanîngeha YYU'yê, derbarê xwendekarên ku ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî li dar xistibûn û hatibûn binçavkirin, lêpirsîn da destpêkirin.   Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYU) ku piştî derketina holê ya 2 DNA'yên mêran li ser bedena Rojîn Kabaîşê dest bi çalakiyan kiribûn, di 19'ê Mijdara 2025'an de hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku zanîngehê derbarê xwedekaran de lêpirsîn daye destpêkirin. Midûriyeta Polîsan a Wanê derbarê xwedekarên hatibûn biçavkirin de ji rêveberiya zanîngehê û wargehên ku lê dimînin, lîste şandibû û xwestibû derbarê xwedekaran de lêpirsînê bidin destpêkirin.   Hat hînbûn ku lêpirsîna wargehê temam bûye, lê ya zanîngehê hê jî didome. Xwendekar bi gefa dûrxistinê ya ji zanîngehê re rû bi rû ne.