Çîgdem Kiliçgun: Ocalan dema bang kir herî zêde bi jinan bawer kir 2026-02-20 21:54:13   MÛŞ - Hevseroka giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di hevdîtina jinan de axivî û balkişand ser banga ‘aştî û civaka demokratîk’  û got dema Rêberê Gelê krud Abdullah Ocalan ev bang kiriye herî zêde bi jinan bawer kiriye.   Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  li Mûşê hevdîtin ajinan pêk hat. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar tevli hevdîtina li taxa Yeşîlyurt a Mûşê bû. Di hevdîtinê de bi jinan re atolye hat kirin û li ser têkoşîna jinên Kurd a di 8’ê Adarê de hat sekinandin.   Hevşaredara Kopê Aryan Dogan di hevdîtinê de xivî û da zanîn ku wê deng û berxwedana xwe bilind bikin. Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Berîvan Bahçecî jî axivî û got her jin li qada dimîne têkoşînek mezin dide.   Piştre Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û da zanîn ku li hemû cîhanê newekheviyek mezin heye û herî zêde jî jin bi vê newekheviyê re tên rû hev. Çîgdem Kiliçgun Uçar di berdewamiyê de anî ziman ku hemû cîhan dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ dizanin û wiha dawî lê anî: “Her roj qirkirina jinan tê jiyîn. Berê digotin cînayetên namûsê. Serê wê cînayetê digrtin û jin sûcdar nîşan didin. Jin jiyaneke azad û wekhe vdixwazin. 27’ê Sibatê sala xwe tije dike. Rêberê Gelê Kurd plana pêşerojê pêşkêş kir. Banga Ocalan ne tenê ji bo partiya wî ji bo dewletê bû jî.  Dema Birêz Ocalan ev bang kir herî zêde bi jinan bawer kir. Em jin wê civakê demokratîk bikin.”