ROJEVA 21'Ê SIBATA 2026'AN 2026-02-21 09:00:00   ROJEVA 21'Ê SIBATA 2026'AN   * Dr. Raheleh Taranî krîza civakî û psîkolojîk a li Îranê her diçe giran dibe nirxand û got: “Gel ne tene bi zor û zehmetiyên aborî, bi şerên aktorên derve jî hatiye dorpêçkirin. Çareseriyên hêsan ne ji bo berjewendiyên gelan e. Ez bi hêza vî gelî bawer dikim. Ger bibin yek wê rewşa welat biguherin. Yanî divê ne girêdayê hêzên derve bin.” DÎMEN HEYE   * Meclîsa Jinan a DEM Partiyê starta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di 22’yê Sibatê de li Stenbolê bi meşeke girseyî dide. Sevtap Aktag ya DEM Partiyî ji bo aştî û wekheviyê bang li hemû jinan kir ku tevli meşê bibin. BI DÎMEN    * Zimanê Kurdî hêvî û nasnemaya Gelê Kurd e. Bi vê hêvî û nasnameyê em her tim têkoşîna xwe ya bi salan dike. Ev têkoşîn wê bidome. Li dijî hemû êrişên sîstematîk parastina zimanê Kurdî yek ji peywira sereke ye. Ev di heman demê de berpirsiyariyeke wijdanî ye.  JI PÊNÛSA JINAN    * Ferîde Aslan Bîlgîn diyar kir ku helwesta li deriyê sînor, nîşaneya samîmiyetê ye û wiha got: “Li aliyekî behsa civaka demokratîk tê kirin, li aliyê din jî alîkariyên ji bo gelê xwişk û birayên me tên astengkirin. Ev ne samîmî ye.” BI DÎMEN    *Jinan diyar kirin ku ew dixwazin Abdullah Ocalan ligel wan be û gotin: “Mifteya aştiyê jî ya azadiyê jî di destê Birêz Abdullah Ocalan de ye.” BI DÎMEN    *Hevseroka Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Avesta Kurdiye Îrgat da zanîn ku tunehesibandina ziman ne tenê windahiya zimane, êrîşek li hember nasnameya gel e. Kurdiye Îrgat got pir zimanî dewlemendiye. BI DÎMEN    *Ji qedexeya kurtajê heta polîtîkayên çekan, ji keda lênerînê heta pêkanînên dijberiya penaberan jinên DYA’yê ji bo destkeftiyên xwe şûnde bigirin daketin kolanan.