Dayikên Şemiyê li aqûbeta Murat Yildiz pirsîn 2026-02-21 13:40:27   STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 1091'emîn de li aqûbeta Murat Yildiz pirsîn.   Mirov ango Dayikên Şemiyê bi daxwaza winda werin dîtin, kujer bên darizandin di hefteya 1091'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD'a Stenbolê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Murat Yilmaz ê ku di sala 23'ê Sibata 1995'an de hatibû windakirin pirsîn. Metna daxuyaniyê Mirova Şemiyê Masîde Ocak xwend.   Masîde Ocak diyar kir ku di heftaya 1091'emîn de Murat Yildiz ê ku berî 31 salan di binçavan de hatiye windakirin dipirsin û got: “Murat Yildiz ê 19 salî li Îzmîrê dijiya. Murat Yildiz tev li bûyerekê bûbû, polîsan ji dayika Murat Yildiz re gotibû ‘bila Murat were îfadeyê, piştî îfadeyê em ê wî berdin’. Piştî vê Murat Yildiz di 23yê Sibata 1995an de bi parêzerê xwe re çû qerekolê û îfade da komîser Ramazan Kaya û polîs Tahîr Şerbetçî. Piştî 3 rojan Murat Yildiz venegeriya mala xwe. Dayika wî Hanîfe Yildiz çû qerekolê û polîsan got ‘dema Murat bi polîs Ramazan Kaya û Tahîr Şerbetçî re diçû Stenbolê xwe ji ferîbotê avêtiye behrê û reviya’.”   Masîde Ocak anî ziman ku Hanîfe Yildiz paşê serî li Dadgeriya Bornova û Gebzeyê da û wiha got: “Doz hat vekirin lê îfadeyên polîsan esas hatin girtin û tenê li ser xala ‘di pêywirê de xemserî kirine’ 1 lîra û 18 qirûş ceza li wan hate birîn. Di sala 2015an de parêzer Gulseren Yolerî serî li Dadgeriya Gebzeyê da, piştî du salan biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn. Çend sal derbas bibe jî em ê li aqûbeta Murat Yildiz û windayan hemû bipirsin.”   Piştî daxuyaniyê Mirovên Şemiyê qerenfîlan danîn Qada Galatasarayê û çalakî bi dawî bû.