Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8’ê Adarê da 2026-02-22 14:01:12     STENBOL-Meclîsa Jinan a DEM Partiyê starta çalakiyên 8’ê Adarê yên Stenbolê da. Berdevka Meclîsê Halîde Turkoglu diyar kir ku li tevahî Rojhilata Navîn li dijî astengiyan jin li ber xwe didin, li Rojava jin jiyanake azad ava dikin û got: “Em jin jiyaneke azad dixwazin. Ji bona wê divê em li derdora bangawaziya birêz Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ li ber xwe bidin. “   Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Parka Saraçhanayê ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê civiyan û starta çalakiyan da. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, parlamenterên DEM Partiyê û gelek jin tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bi berxwedanê jiyaneke azad û wekhev dihûnin” hat vekirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî têkokîna jinan” hatin berzkirin. Polîsan nehişt jin bimeşin, li parkê daxuyanî hat dayîn.   ‘Li tevahî Rojhilata Navîn li dijî astengiyan jin li ber xwe didin’   Li vir Halîde Turkoglu axivî û diyar kir ku wan xwest meşeke li dar bixin lê polîsan bend danî pêşiya wan û ev tişt got: “Li dijî tevahî bendan em ê berxwedana xwe mezin bikin. Em ê vê 8ê Adarê jiyaneke azad û wekhev bihûnînin.  Ji bo polîtîkayên şer bê rawestandin, gel û jin bi hev re azad bijîn me xwe îfade kir. Li tevahî Rojhilata Navîn li dijî astengiyan jin li ber xwe didin. Li Afganistanê li dijî Talîban, li Îranê li dijî rejîma Molla, li Suriyeyê jinên Kurd, Elewî û Ereb li ber xwe didin. Jin li Rojava jin jiyanake azad ava dikin.”   ‘Em ê ji xwe re welatekî ava bikin’   Di dawiyê Halîde Turkoglu anî ziman ku jin di vê 8’ê Adarê de dê ji bo jiyanê li ber xwe bibin û hesabê jinên ku hatine kuştin bipirsin û got: “Li vî welatî divê hin tişt bên guherandin. Heke neguherin divê bê hilweşandin. Em ê di 8ê Adarê de dengê xwe bigihînin çar aliyên cîhanê. Em jin jiyaneke azad dixwazin. Ji bona wê divê em li derdora bangawaziya birêz Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ li ber xwe bidin. Ji ber ku aştî wekheviye. Em ê ji xwe re welatekî ava bikin.”