'Newroza Yekîtiya Neteweyî û Azadiyê' 2026-02-22 15:05:07   NAVENDA NÛÇEYAN - KON-MED’ê, Cejna Newrozê ya ku dê di 21’ê Adara 2026’an de li Frankfurtê were lidarxistin wekî "Newroza Yekîtiya Neteweyî û Azadiyê" binav kir û bang li hemû Kurdistaniyên li Almanyayê kir ku bi îrade û giyana yekîtiyê ya hevpar li meydanan kom bibin.   Konfederasyona Civakên Kurdıstanıyên li  Almanyayê KON-MED’ê, têkildarê Newroza ku dê di 21’ê Adara 2026’an li Frankfurtê were lidar xistin daxuyaniyek da.   KON-MED’ê, bal kişand ser pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn û bi taybetî Rojava û destnîşan kir ku destketiyên demokratîk ên gelê Kurd di bin gefê de ne û got ku berxwedan û rêxistina civakî ya li Rojava nîşan dide xaleke werçerxê ya dîrokî ye.   KON-MED’ê, da xuyakirin ku bi mîlyonan Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li çaraliyê cîhanê ji bo statu, azadî û yekîtiya neteweyî derketine kolanan û got ev dem ji bo gelê Kurd nûnertiya werçerxeke girîng û hesas a dîrokî dike.   Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Eşkere ye ku êrîşên li ser Rojava ne tenê bi herêmekî ve sînordar in. Ji ber vê parastina hebûn û destketiyên demokratîk ên erdnîgariyên ku Kurd lê dijîn, ji bo avakirina sîstemek aştî û aramiyê jiyanî ye.   Gelê Kurd ev rastî hîs kir û bi mîlyonan di serî de li her çar perçeyên Kurdistanê li Ewropa û gelek deverên din ên cîhanê, daketiye kolanan û helwesta xwe ya li dijî êrîşan bi awayekî zelal nîşan daye. Ev hêrs û berxwedan nîşan dide ku gelê Kurd di daxwazên xwe yên ji bo statû, azadî û yekîtiya neteweyî de xwedî biryar û helweste.   Îro zêdetirî 60 mîlyon Kurd ji bo jiyaneke demokratîk û siberojeke hevpar daxwaziya statû û yekîtiya neteweyî dikin. Ev îrade ku derketî holê nîşaneya werçerxeya dîrokî û civakî ye.   Em weke KON-MED’ê, bi hişmendiya vê pêvajoya dîrokî re Newroza Frankfurtê ya 2026’an wekî "Newroz a Yekîtiya Neteweyî û Azadiyê " binav dikin û silav dikin.   Bi vê boneyê, em hemû gelê xwe ji her çar beşên Kurdistanê yên li Almanya dijîn, nêrînên wan ên siyasî, girêdayîbûna wana an partî an baweriyên wan çi dibin bila bibin, vedixwînin pîrozbahiya Newrozê ku di 21’ê Adara 2026’an de li Frankfurta tê lidarxistin. Ev di heman demê de banga me ye ji bo hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurd derbasdar e. Di vê roja watedar û dîrokî de, werin em bi giyanê yekîtiya neteweyî û hevgirtina civakî li qada Newrozê lihev kom bibin. Em bang li hemû partîyên siyasî, rêxistinên sivîl, nûnerên civakî, rewşenbîr û nivîskar û rûsipîyên Kurd dikin.Werim em bi rihê yekîtî û berxwedana gelê Kurd ku li Rojavayê Kurdistanê derxistiye holê, di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de tacîdar bikin. Dîsa banga me bo hemû rêxistin û partiyên Kurdan ew e, werin em di asta Elmanya yê de Cejna Newrozê hevpar pîroz bikin.   Weke KON-MED’ê, em ji raya giştî û gelê xwe re diyar dikin ku em amade ne ku di vî warî de rol û rista erênî bilîzin. Werin em nakokiyên xwe yên siyasî bidin aliyekî; Werin em nirxên xwe yên hevpar, daxwazên xwe yên demokratîk û hêviyên xwe yên azadiyê ji bo siberojên hevpar nîşan bidin. Her wiha em hemû dostên xwe û hemû kesên ku alîgirê demokrasî, mafên mirovan û aştiyê ne, vedixwînin Cejna Newrozê ya Frankfurtê. Newroz Berxwedan e. Newroz Yekîtiya Neteweyî ye. Newroz Hêvî û Nûbûn e. Newroz sembola lêgerîna azadî û aştiyê ye. Bijî Yekîtiya Gelê Kurd, Bimre Dagirkerî.”