‘Li Îranê herî kêm 244 zarok hatin qetilkirin’ 2026-04-02 17:51:58   NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA'yê daxuyand ku di êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê de 244 zarok hatine qetilkirin.   Ajansa nûçeyan a HRANA diyar kir ku di êrîşên duh li ser herêmên cûda yên Îranê de herî kêm 8 sivîl hatine kuştin. Bi vê awayî hejmara giştî ya sivîlên ku hatine kuştin gihîşt hezar û 606 kesan.   Ajansa nûçeyan a HRANA, di der barê êrîşên duh yên Îsraîl- DYE yê dijî  Îranê de raporek parve kir, ragihand ku herî kêm 8 sivîl hatine kuştin.   Li gorî rapora HARANA’yê herî kêm 8 sivîl hatine kuştin û 14 sivîl jî birîndar bûne. Her wiha, Dêra Ortodoks a Rûsî ya li Tehranê hatiye hedefgiritn.   Li gorî danyeyên Ajansa Nûçeyan HRANA, nîşan dide ku 606 hezar sivîl hatine kuştin û di nav de herî kêm 244 zarok, hatine kuştin û ne diyar e ku 709 ji wan sivîl in an jî leşker in.