Li Nisêbînê mayîn teqiya:Du zarok birîndar bûn 2026-04-03 18:29:55   MÊRDÎN - Li taxa Şabana ya girêdayê Nisêbînê, di encama teqîna mayînê de du zarok birîndar bûn.   Li taxa Şabana ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê mayîn teqiya. Di encama teqînê de zarokên birayên hev Ş.Y (15)û L.Y (13) birîndar bûn. Piştî teqînê ekîbên tendurisityê û cendermeyan sewqê cihê bûyerê hat kirin. Zarokên birîndar piştî mudaxaleya ewil rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbê. Hat hînbûn xetereya jiyana zarokan tuneye û rewşa wan baş e.