HRANA: Hejmara qurbaniyên li Îranê 3 hezar derbas kir 2026-04-09 15:08:20   NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA ku navenda wê li DYE’yê ye, ragihand ku hejmara qurbaniyên li Îranê piştî êrîşên Îsraîl û DYE’yê ku di 28’ê Sibatê de dest pê kir 3 hezar derbas kirin. Di nava qurbaniyan de bi sedan zarok û gelek leşker jî hene.   Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (Human Rights Activists News Agency-HRANA), ragihand ku hejmara qurbaniyên ku ji dema dest pê kirina şerê li Îranê û vir ve 3 hezar derbas kirine.   Li gorî daneyên ku ajansê roja Yekşemê parve kiriye, windahiya can bi êrîşên Îsraîl û DYE re ku di 28’ê Sibatê de dest pêkirin, zêde dibin.   Li gorî agahiyên ku HRANA weşandiye, di encama êrîşan de heta niha 206 jê zarok herî kêm hezar û 319 sivîl jiyana xwe ji dest dane.   Her wiha hat ragihandin ku herî kêm hezar û 122 leşker mirine û 599 jî nayê zanîn ka sivîl an jî leşker in.   HRANA da zanîn ku ew bîlançoya xwe dispêre daxuyaniyên fermî, agahiyên xebatkarên tenduristiyê, komên lezgîn ên alîkariyê û çavkaniyên civaka sivîl. HRANA radigihîne ku dibe hejmara qurbaniyan ji hejmarên fermî bêhtir bin.   Li gorî hejmarên fermî ku ji hêla Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê ve hatiye weşandin jî heta niha herî kêm hezar û 200 kes li welêt bûne qurbanî û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûne.