ROJEVA 11'YÊ NÎSANA 2026'AN 2026-04-11 09:00:00   * Di ser wefata dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan ku di 75 sal jiyana xwe de bi berxwedêrî û serhildêriya xwe dihat nasîn, 33 sal derbas bû. Keça wê Fatma Ocalan bi gotinên "Serok ji dayika me îlham girt" Uveyş Ocalan vegot. BI DÎMEN    * Jinan ji bo meşa Gemlîkê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê banga tevlibûnê kirin û gotin: “Daxwaza me ya esas azadiye. Em bibin mîlyon biherikin Gemlîkê. Aştî ji bo her kesî hewcedariye. Bila xwîn raweste û her kes peywira xwe bîne cih. BI DÎMEN