Amnesty: Li Sûriyeyê binpêkirina mafên mirovan divê demildest bi dawî bibe 2026-04-22 11:56:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Amnesty International têkildarî binpêkirinên mafan ên li seranserî cîhanê rapor weşand û got, li Sûriyeyê binpêkirina mafên mirovan divê demildest bi dawî bibe.   Rêxistina Amnesty International ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xwest ku gavên tavilê bavêje da ku binpêkirinên mafên mirovan ên cidî çareser bike û diyar kir ku nebûna lêpirsînên serbixwe û hesabdayîna rastîn êşa qurbaniyan zêde dike. Rêxistinê diyar kir ku ji ber binpêkirinên berdewam ên li dijî beşên cûda yên civakê, pêdivî bi xebata navneteweyî heye da ku edaletê misoger bike.   Rêxistinê destnîşan kir ku kuştinên girseyî li herêma peravê ya Sûriyeyê, ku bûne sedema kuştina zêdetirî hezar û 400 kesan, sûcên şer in, lê lêpirsînek navneteweyî ya serbixwe tune ye. Tevî destpêkirina darizandinên sînorkirî, hejmareke mezin ji gumanbaran hîn jî serbest in.   Raporê bal kişand ser zêdebûna revandina jin û zarokên keç, bi taybetî li Laziqiyê û Tartûsê, ku li wir bi dehan dozên têkildarî daxwazên fîdyeyê û zewaca bi zorê hatine belgekirin. Rêxistinê rexne li "têkçûna eşkere ya hikûmetê di pêkanîna lêpirsînên cidî de" kir û rayedaran tewanbar kir ku meznahiya vê diyardeyê kêm dikin.   Li başûrê welat, rêxistinê kuştinên bêdadwerî yên li Siwêdayê belge kir, ku tê de bi dehan sivîl, hatin kuştin. Tevî ragihandina avakirina komîteyên lêpirsînê, heta niha ti encamên berbiçav nehatine tomarkirin.   Rêxistinê di dawiya rapora xwe bal kişand ser girîngiya ku edaleta veguhêz hemû qurbaniyan bê îstîsna bigire nav xwe. Her wiha daxwaza berdana kesên ku bi awayekî keyfî hatine girtin û garantîkirina darizandinên adil, kir. Rêxistinê xwest ku rê were dayin da komîsyonên lêpirsînê yên navneteweyî bigihijin cihên binpêkirinan. Her wiha daxwaza zêdekirina piştgiriya mirovî ya navneteweyî û zêderina zextê kir da ku binpêkirin rawestin û hesabpirsîn were misogerkirin.