Ji Însiyatîfa Taksîmê ya 1'ê Gulanê bang 2026-04-29 10:26:11   STENBOL - Însiyatîfa Taksîmê ya 1'ê Gulanê bernameya xwe ya 1'ê Gulanê eşkere kir.   Însiyatîfa Taksîmê ya 1'ê Gulanê bernameya xwe ya 1'ê Gulanê bi rêya daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal eşkere kir. Însiyatîfê diyar kir ku beşdar dê saet 11:00'ê sibehê li Mecidiyekoy ji bo meşa ber bi Taksîmê ve bicivin.   Daxuyaniyê bal kişand ser 50 saliya meşa çîna karker a ber bi Taksîmê ve û got, "Di 50 saliya meşa çîna karker a me ya ber bi Taksîmê ve, em mil bi mil ber bi Taksîmê ve dimeşin."