TJA'yê daxwazên karkerên çandiniyê yên jin eşkere kir 2026-04-29 12:39:41   RIHA - TJA'yê bal kişand ser pirsgirêkên jinên karkerên çandiniyê yên demsalî û daxwazên xwe ragihand. Jinan li bajarên xwe şert û mercên xebatê yên ewle û bi rûmet xwestin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 1'ê Gulanê Roja Karkeran derbarê xebata xwe ya zeviyê ya bi karkerên çandiniyê yên demsalî yên li herêmê re civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de, ku li rêxistina bajêr a Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) hate lidarxistin, jinan bal birin ser kedkarên jin. Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta TJA Fatma Erîş ve hate dayîn.   Fatma Erîş diyar kir ku jin, hêza pêşeng a jiyan, ked û aştiyê ne, îro ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar in û got, "Riha, bajarê ku em lê dijîn, wekî yek ji bajarên ku îstismara kedê herî zêde lê dijwar e derdikeve pêş. Li ser bingeha vê rastiyê, em îro encamên lêkolîna xwe ya meydanî ya bi jinên karkerên çandiniyê yên demsalî re bi raya giştî re parve dikin. Jinên ku ji Rihayê derdikevin neçar in ku wekî karkerên çandiniyê yên demsalî li ser rêyek ku dirêjî gelek bajaran dibe bixebitin. Ev koçberî ne hilbijartinek e, lê pêdiviyek eşkere ye ji bo debara jiyanê."   Pirsgirêkên jin pê re rû bi rû dimînin   Fatma Eriş, ev tişt parve kir: "Hevpeyvînên me nîşan didin ku jin di bin barekî giran de dixebitin. Di 4-6'ê sibehê de dest pê dike û heta êvarê berdewam dike. Jin bi tena serê xwe barê hem hilberînê û hem jî zayînê hildigirin. Yek ji encamên herî berbiçav ên lêkolîna me ev e ku şert û mercên jiyana wan di astekê de ne ku ne hêjayî rûmeta mirovan e. Jin nikarin bigihîjin ava paqij û neçar in ku di konên nepaqij û qerebalix de bijîn. Nebûna tuwalet û binesaziya bingehîn pirsgirêkek cidî ya tenduristiya giştî diafirîne."   Zarokên dixebitin    Fatma Erîş, derbarê pirsgirêkên ku ji ber xebatê zarok pê rû bi rû dimînin de got, "Rewş ji bo zarokan hîn girantir e. Berdewamiya perwerdehiyê tê qutkirin û gelek zarok ji ber koçberiya demsalî dev ji dibistanê berdidin an jî neçar dimînin ku bixebitin. Ev rewş dibe sedema ku xizanî bi nifşan berdewam bike."   Daxwaz   Fatma Eriş daxwazên jinên ku wan hevpeyvîn pê re kirine di bin sernavên jêrîn de rêz kir:   * Derfetên kar ên ewle li bajarên wan   * Şert û mercên xebatê yên bi sîgorte û bi rûmet   * Xanîyên saxlem û gihîştina ava paqij   * Perwerdehiya bênavber a ji bo zarokan   * Derfetên hêzdarkirina aborî û civakî ya ji bo jinan.”