Krîza ekolojîk û ferzkirina veguhertinê 2026-05-01 09:07:45   "Êrîşên li hember xweza, maf û civakê, me ber bi çareseriyeke lezgîn û lêpirsînê ve dibin. Serdestiya kapîtalîst rê li ber krîzên mezin vekiriye. Veguherînek rastîn ancax bi avakirina kolektîf a alterantîfa radîkal pêkane."   Derya Akyol   Kapîtalîzmê xweza kir kirdeya xwe ya serdestiyê û encamên vê yên polîtîk ji bo krîza îro bê fêmkirin çarçoveyek krîtîk pêşkêş dike. Krîzên modernîteya kapîtalîst afirandine, rêxistibûnek nû û teşeyê hebûnek radîkal li me ferz dike.   Kategoriyên ku modernîte  xwe li ser ava bike balê dikşîne ser pirsgirêkan jî. Ev newekheviyên global ji mekanîzmayên desthilatdariyê re xizmetê dikin û binpêkirina li ser xwezayê heta îro aniye.   Ev tabloya tarî ku hemû krîz afirandine di heman demê de veguherîneke radîkal jî ferz dike. Ev modelek jiyana nû ya ku hemû azadiyên civakê dikigre nava xwe ye. Ev model ji bo çareseriya krîza kapîtalîzmê rêxistibûneke komunal bi xwezayê re ferz dike.Li dijî pirsgirêka sosyalîzm dewletê û kapîtalîzmê alternatîfek rast pêşkêş dike.   Mirovahî tu carî wek îro neketibû bin serdestiya hilweşîna ekolojîk û patriyarkal. Li dijî van krîzan ne tanê aborî, alternatîfeke bi perspektîfa azadiya jinan û ekolojîk   pêkane.  Di vê nokteyê de guherîneke radîlal a rejîma zayendî ya azad û civakek di nava xwezayê de hewce dike.   Li dijî vê krîza piralî, alternatîfên radîkal yên tên pêşxistin wek bersiveke ji bo krîzên kapîtalîzmê ye. Ji sedî 1’ê dewlemendên cîhanê xwedî serweta global a ji sedî 45’an e. Vê rastiyê modelên aboriyê yên bê binpêkirin ferz kiriye. Rêxistinên demokratîk rewa kirine. Ji konfederalîzma demokratîk a Rojava heta şaredariyên xweser ya Zapatîstayan, heta aboriyên kooperatîfê ya ekogundan tecrubeyên jiyana alternatîf hatine kirin.   Ev guherîn dewrî komunên herêmî, meclîs, konseyên ekolojiyê û însiyatîfan tên kirin. Li dijî binpêkirina sermayê hilberîna komunal datîne holê.   Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir, riya çareseriya nû ya li dijî xitimîna global pêşniyar kir. Vê bangê rexneya krîza pergalê kir û ji riyên çareseriyê re derî vekir. Gelo em çi ji têgeha aştiyê fam dikin?   Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e,di heman demê de tesîskirina edalet, wekhevî û azadiyê ye. Aştiya rastîn a Abdullah Ocalan dibêje modela jiyana ku hevsengiya ekolojiyê diaprêze, çandan, baweriyan nas dike ye. Di vî alî de divê mekanîzmayên binpêkirinê bên lêpirsînkirin.   Di roja îro de nîqaşên aştiyê bi siyasî û agirbestan sînor dimînin. Lê aştiyeke mayînde pêvajoyeke bi tasavura hevpar tê avakirinê ye. Ji ber vê jî wijdanek hepar a mirovahiyê ferz dike.   Di navbera salên 2013-2015’an de li Tirkiyeyê ‘pêvajoya çareseriyê’ mijara gotinê bû. Dewletê  digot çareserî li aliyê din operasyonên leşkerî pêk dianîn. Qerekol ava dikirin.   Ji perspektîfa ekolojiyê ya aştiyê, paradîgmayee giştî ya her kesî tevli pêvajoya aştiyê dike hedef dike. qerekol û kalekolên dema pêvajoya çareseriyê de hatin avakirin, wek alavek zextê hat avakirin û bi armanca parçekirina civakî, texrîbkirina ekolojiyê hat kirin.   Piştî avêtina gava aştiyê ma tenê divê pêvajoya pevçûnê bi dawî bibe? Ev tenê ji bêdengkirina çekan ne pêkane,pêvajoyeke ku divê em hemû rast bixwînin û berfirehe. Wek tevgerên civakî erkên divê em bigirin ser xwe hene. Bêguman bandora şer a hilweşînê ji nedîtîve nayê dîtin. Wek tevgerên ekolojiyê jî di bêjiin şer rê li ber hilweşînên mezin yên ekolojiyê vedikin. Aştî ne tenê dawiyek e, teşeyê hebûneke ku divê her tim bê xwedîkirinê ye.   Di roja îro de pêvajo ji serdestî û kontrola li ser jiyanê pêkan nîne; pergala xureka me bi lîstika genetîka tov tê pakêtkirin û bi vê re veguheriye zincîra binpêkirinê. Refên marketan bi xurekên GDO’yî tije ne. Mixabin bandora vê ya demdirêj tê piştguhkirin; pençeşêr, xerabûnên hormanê û texrîbata hawirdorê...   Qadên bi bendavan dikvin bin avê, erdên çandiniyê û xweza, ne tenê ji bo mirovan ji bo hemû zindiyan rê li ber windahiyên mezin vedike. Li aliyê din HES teşeyên jiyana kevneşopiyê ne û aboriyê têk dibin. Bajarvaniya bê plan û betonarmeyî têkiliya mirovan ji xwezayê qut dike, guherîna avhewayê jî giran dibe, qadên jiyanê teng dike.   Êrîşên li hember xweza, maf û civakê, me ber bi çareseriyeke lezgîn û lêpirsînê ve dibin. Serdestiya kapîtalîst rê li ber krîzên mezin vekiriye. Veguherînek rastîn ancax bi avakirina kolektîf a alterantîfa radîkal pêkane. Berdewamkirina aborî û ekolojiyê wek goşt û neynukê girêdayê hev in. Ji ber vê jî her teşeyê hilberînê beramberê aboriyê ye.  Sosyalîzma demokratîk û aborî û ekolojiyê di esasa têkiliya diyalektîk de digire detst, ji ber vê yekê parametreyeke esas a civaka ahlaqî û polîtîk e.Ji ber vê jî her aborî bi hevsengiya bikarhêneriya-hilberîna plankirî, tevliker a bi ekolojiyê re dikre bikeve jiyanê. Tevlibûna demokratîk ne tenê teşeyê rêveberiyê ye, modelek jiyanê ya hemûçandan wekhev temsîl dike ye. Ji ber vê jî guherîneke rastîn, ligel edaleta aboriyê, têkoşîneke ku vê çêbûnê hedef digire ye.   Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Şoreşa Rojava:Hêviya pêşeroja ronî’ wê bê weşandin.   Ev nivîs ji hejmara 35’an a mijara dosya ‘sosyalîzma civaka demokratîk’ a kovara jîneolojiyê hatiye girtin.