Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2026-05-04 12:39:05   MÊRDÎN - Li gundê Birtewa yê navçeya Artukluyê jina bi navê Kader Baştaş bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Welatiya bi navê Kader Baştaş a 30 salî, li mala xwe ya li gundê Birtewa yê navçeya Artuklu ya Mêrdînê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kader Baştaşê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.    Cenazeyê Kader Baştaşê dê piştî karûbarên otopsiyê li gundê Birtewayê were definkirin.