Çeteleya tundiyê: 25 jin hatin qetilkirin, 14 mirinên bi guman 2026-05-06 09:05:33   Yeşîm Oruç   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Nîsanê herî kêm 25 jin û zarokek hatine qetilkirin, 14 jin û zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.   Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, tundiya mêran berdewam dike ku sîstematîk berbelav dibe û ji hêla polîtîkayên bêcezatiyê ve tê piştgirîkirin. Sûc gelek caran ji aliyê mêrê herî zêde nêzî jinê ye û tundî li cihên ku wekî "ewletirîn" têne hesibandin pêk tên. Fermanên parastinê têne binpêkirin, gilî tên paştguhkirin û jin bi berdewamî ji hêla mekanîzmayên ku wan serî lê dane ve tenê tên hiştin. Mirinên bi guman ên jinan berdewam dikin û li aliyekî jî dosayên ku hatine vekirin li benda lêkolînê ne. Têkoşîna jinan a ji bo jiyan û mafên xwe jî didome.   Li gorî daneyên meha Nîsanê 25 jin û zarokek hatine qetilkirin; 14 jin û zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.   Gumanbar ên herî nêz in   5 jin ji aliyê mêrên nas dikin, yek ji aliyê zavayê xwe, 8 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 4 jin ji aliyê zarokên xwe ve, jinek ji aliyê mêrê nas nake ve, jinek ji aliyê mêrê ku nasnameya wî nehat aşkerakirin, 5 jin ji aliyê mêrê dest ji hev berda bûn, jinek ji aliyê bavê xwe, 2 jin ji aliyê mêrên pê re dijiyan ve hatin qetilkirin.   Li gorî bajaran jinên hatine qetilkirin   Li Muglayê 2, li Erdexanê 1, li Bursayê 2, li Çanakkaleyê 2, li Mersinê 1,  li Îzmîrê 2, li Samsunê 1, li Stenbolê  7, li Hatayê 1, li Dîlokê 1, li Mereşê 1, li Erziromê 1, li Edeneyê 1, li Enqereyê 2 jin hatin qetilkirin.