Dayikên Aştiyê dê sibê li 33 navendan daxuyaniyê bidin 2026-05-09 13:14:48   AMED - Meclisên Dayikên Aştiyê dê sibê li 33 cihan bi daxwaza ku dewletê gavên berbiçav biavêje, daxuyaniyê bidin.    Endamên Meclisên Dayikên Aştiyê dê sibê saet 13:00'an de li gelek bajaran bi dirûşmeya "Diyariya herî mezin ji bo dayikan aştî ye" daxuyaniyê bidin. Daxuyanî dê li ber girtîgeh lê ne û li bajarên din jî li hin deverên diyarkirî bên dayîn. Daxuyanî dê di heman demê de li 33 navendan ku Edene, Mêrsîn, Stenbol, Îzmîr, Amed, Riha, Êlih, Wan, Şirnex, Gever û Tetwan jî di nav de, bên dayîn.   Daxwazên sereke yên dayikan dê "aştî", "mafê hêviyê" û di warê pêvajoyê de ji aliyê dewletê ve avêtina gavan be.