Ji bo zarokan dibistana havînê hat vekirin 2026-06-29 14:17:21   AMED - Şaredariya Yenîşehirê diyar kir ku Dibistana Sporê ya Havînê dest pê kiriye.   Şaredariya Yenîşehirê ya Amedê diyar kir ku ji bo zarokên temenê wan di navbera 9-15 salî de Dibistana Sporê ya Havîn dest pê kiriye. Hat diyarkirin Dibistana Sporê ya ku li Sahaya Sentetîk a Koşkler ya Şehîtlikê hatiye destpêkirin heta niha 100 zarokan serlêdan kirine.