Mexazeya Piştevaniyê ya Kezî piştgirî da 550 kesî 2026-07-02 09:02:37   Neslîhan Kardaş   ŞIRNEX - Mexazeya Piştevaniyê ya Kezî ku sala borî di meha qanûnê de di bin banga Şaredariya Cizîrê de hat vEkirin, ji wê rojê heta niha piştgirî da 550 malbatî.   Şaredariya Cizîrê di 5’ê Kanûna 2025’an de Mexazeya Piştevaniya Kezî vekir. Bi mexazeyê re balê dikşînin ser girîngiya piştevaniya civakî. Navê ‘Kezî’ jî ji hûnandina por ku ji bo jinên Kurd sembol e, tê. Mexaze li kolana Zubeyde ya taxa Cudî hat vekirin û ji wê rojê heta niha gelek jinî hewcedariyên xwe ji wir peyda kirin. Bi piştgiriya esnafên bajar re, xurek, cil û berg, alavên malê bêyî pere tên temînikrin. Sê jinên di mexazeyê de dixebitin, ji bo kesên ku tespît dikin û hewcedariyên wan hene alîkariyan dişînin.   Yek ji sê jinên li mexazeyê dixebite, Şukran Çeter der barê xebatan de axivî.   ‘Em di esasa hewcedariyê de piştgiriyê didin’   Şukran Çeter da zanîn ku mexazeya Kezî di meha qanûnê de hatiye vekirin û wiha got: “Armanca vê mexazeyê ev e ku piştgiyê bide malbatên xizan. Ji roja me mexaze vekir me bi gelek esnafan re hevdîtin kir. Esnafên me hevdîtin pê re kirin bi derfetên xwe piştgiriyê didin me. Em jî di xebatên xwe de malbatên hewcedar tespît dikin. Berhemên ku esnaf didin me em jî didin wan malbatan.”   ‘Bi xebata qadê re tespît tê kirin’   Şukran Çeter destnîşan kir ku bi yekîneya aboriyê ya girêdayê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Cizîrê re li taxan xebatan dimeşînin û wiha bi lêv kir: “Em bi vê xebatê malbatên xwedî hewcedarî tespît dikin. Ligel vê jin jî serlêdanê dikin.”   Ji bo esnafan bang   Şukran Çeter daxuyakirin ku heta niha piştgirî dane 550 malbatî û wiha dawî lê anî: “Piranî hewcedarî bi xurekan, bi alavên malê tê dîtin. Em hewl didin her cureyê alavan bidin. Ji ber vê jî bang li hemû esnafan dikim. Heta ji destê wan tên bila bibin alîkar em jî ji malbatan re bibin alîkar.”