Li Êlihê jinekê bi guman jiyana xwe ji dest da 2026-07-03 17:31:25   ÊLIH – Li Êlihê jina bi navê Kubra Işik li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest da.   Li taxa Seyîtler a Êlihê jina bi navê Kubra Işik a 22 salî li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest da. Kubra Işik ku bi çekê bi giranî birîndar bibû, rakirina Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Lê tevî hemû mudaxaleyan nehat xilaskirin.   Cenazeya Kubra Işik piştî otopsiyê wê li Êlihê bê definkirin.