ROJEVA 09'Ê TÎRMEHA 2026'AN 2026-07-09 09:00:00     * Parêzer Eren Keskîn der barê salvegera gava dîrokî ya ku PKK’ê di 11’ê Tîrmehê de avêtiye axivî û got: “Şewitandina çekan gavek dîrokiye. Lê dewletê ev saleke hîna gav navêtiye.” BI DÎMEN    * Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol derbarê Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk de wiha got: "Di xebatên xwe yên ji vir şûnde jî em hewl didin hemû pêkhateyên xwe di zemîna xebatên avakirina yekitiya demokratîk de bînin gel hev." BI DÎMEN    *Tituna bi îmeceyê tê çandin ne tenê çavkaniya debarê ye, sembola pişevaniya jinan e. Jin tevî şert û mercên giran yên xebatê hilberînê didomînin û diyar dikin ku yekitî karê wan hêsan dike. BI DÎMEN    *Li gorî Rapora Buroya Krîmînal a Buroya Neteweyî , piştî ku karta SÎM a telefona Gulîstan Doku wînda bûye di telefoneke bi heman modelê de hatiye bikaranîn. Herwiha guhertinên ku di hesabê înstagram ên Gulîstanê de hatine kirin jî hatin belgekirin.