Li Dîlokê panela ‘Jin Aştiyê Nîqaş Dikin’ 2026-07-11 17:47:37   DÎLOK -  Li Dîlokê di panela bi sernavê ‘Jin Aştiyê Nîqaş Dikin’ de bal hat kişandin ser pêvajoya aştiyê û rola jinan a di avakirina xeteke nû ya têkoşînê de.   Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê, bi sernavê ‘Jin Aştiyê Nîqaş Dikin’ panelek organîze kir. Panel li Salona Konferansê ya Çetîn Emeç a li navçeya Şahînbeyê hat lidarxistin. Panela ku moderatoriya Sînem Erener ve bi rê ve çû de siyasetmedar Gultan Kişanak, Parlamentera Dîlokê Sevda Karaca û Akademîsyen Dr. Ayşe Kaşikirik wekî axaftvan beşdarî panelê bûn. Her wiha aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Dîlokê, endamên rêxistina CHP’ê ya Dîlokê, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin jî di panelê de amade bûn.   Panel bi pêşkêşiya moderatoriya Sînem Erener dest pê kir û piştre siyasetmedar Gultan Kişanak mafê axaftinê girt.   ‘Em dixwazin bi aştiyeke mayînde rûpeleke nû vekin’   Gultan Kişanak, di axaftina xwe de merasîma şewitandina çekan a 30 gerîlayan a ku di 11’ê Tîrmeha 2025’an de di çarçoveya pêvajoyê de pêk hatibû bi bîr xist û li ser wate û girîngiya rojê wiha got: “Meseleya şewitandina çekan di dîroka cîhanê de mînaka yekane ye. Di cîhanê de ezmûnên dişibin vê yên aştiyê çêbûne lê cara yekem e ku em rastî tevgerekê tên ku çekên xwe dişewitîne. Ev yek ji bo aktîvîst û rojnamevanên ku wê rojê li wir bûn, gelekî bi bandor û bêhempa bû. Ji ber şewitandina çekan tê wateya ‘ez ê careke din çekê negirim destê xwe’. Gerîla di vê mijarê de biryardariya xwe nîşan da û ev peyam da ‘Bila em van çekan bişewitînin da ku kesekî din jî wan bi kar neyîne.’ Vê yekê ji bo aştiyeke mayînde hêviyeke mezin da me. Hêviya jinan aştiyeke mayînde ye. Aştiya mayînde ji bo me hemûyan jiyanî ye. Em dixwazin bi aştiyeke mayînde rûpeleke nû vekin. Lê tevî ku salek di ser re derbas bûye jî me gaveke biryardar nedît. Daxwaza me hemûyan ev e çek hatin şewitandin, êdî bila qanûn derkevin.”   ‘Ji sala 1995’an vir ve jin bûne kirdeya aştiyê’   Gultan Kişanak da zanîn ku jin di avakirina aştiyê de her tim bêtir hewl didin ku bibin hêza bingehîn û wiha pêde çû: “Ji sala 1995’an vir ve li Tirkiyeyê jin di warê aştiyê de di nav çalakî û înîsiyatîfan de cih digirin û xwe dikin kirdeya aştiyê. Em her tim ji bo aştiyê hatin ba hev, me her tim qutika xwe ji bo aştiyê vekir û me Nobetên Aştiyê girt. Di salên 2013-2015’an de jin hatin ba hev û nîqaş kirin ku aştiyeke çawa dixwazin. Niha jî ev saleke zêdetir e jin bi dirûşma ‘Hewcedariya min bi aştiyê heye’ tên ba hev. Şer bi her awayî bandorê li jiyana me dike. Rewakirina her cûre şîdetê ji vê rewşa pevçûnê çavkaniya xwe digire. Em dizanin ku ji ber vê şerî nanê li ser sifra me çawa kêm dibe. Ji ber vê yekê li gelek bajaran înîsiyatîfa ‘Hewcedariya min bi aştiyê heye’ ava bû. Divê ev li Dîlokê jî çêbibe, çimkî Dîlok bajarekî dînamîk e. Divê aştî bi bernameyeke polîtîk re bigihîje hev.”   Parlmaentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca tiştên ku di lûtkeya NATOyê de li Enqereyê hatibû lidarxistin bi bîr xist û li ser budçeya şer a Tirkiyeyê ev tişt vegot: “Agahiyeke wiha di destê me de heye; bi budçeya balafireke şer, 520 kreşên ku kapasîteya her yekê 100 zarok e dikarin bên vekirin. Yanî bi balafireke şer xizmeta kreşê ya bêdeng û tam roj dikare ji bo 52 hezar zarokan bê dayîn. Bi budçeya tankekê, 15 stargehên jinan ên tam tekûz ku kapasîteya her yekê 100 kes e ji bingeh de dikarin bên avakirin û mesrefa van stargehan a 15 salan dikare bê dabînkirin. Bi mesrefa hilberîna laşê fuzeyekê, xwarina tendurist û bêheq a danekî ya dibistanê dikare ji bo 25 hezar zarokan bê dayîn.”   ‘Ev bilanço tê wateya talankirina pêşeroja jinan’   Sevda Karaca di dawiya axaftina xwe de ev tişt ani ziman: “Bîlançoyeke me jî heye û ev bîlanço jiyan û paşeroja me ye. Ev bîlanço tê wateya talankirina paşeroja jinan a li çar aliyê cîhanê. Dema ku jin dibêjin aştî û têkoşîna li dijî şer, em bîlançoyên xwe wiha derdixin pêş. Em dibêjin ‘bila budçeya ji bo çekan ji bo perwerdehî, stargehên jinan û têkoşîna li dijî şîdetê bê veqetandin.’ Ev daxwazeke pir girîng e, lê em di serdemeke wiha de ne ku tenê daxwazkirin têrê nake. Divê em hemû bi hev re bersiva vê pirsê bidin, Çima budçe ji çekan re tê veqetandin û çima em nikarin li dijî vê tercîhê rawestin?”   ‘Pêdiviya me bi peymana aştiya civakî heye’   Herî dawî Akademîsyen Dr. Ayşe Kaşikirik mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku di pêvajoyên pevçûn û krîzan de jin zêdetir bandor dibin lê di heman demê de zêdetir li ber xwe didin û wiha got: “Krîz bi heman rengî nêzî jin û mêran nabin. Jin jî ne yektip in jinên ku zimanê wan ê dayikê ne Tirkî ye bînin ber çavên xwe, dê di dema krîzê de xwe çawa îfade bikin? Aştî peymaneke civakî ye û pêdiviya me bi peymaneke nû heye. Pêdiviya me bi hişmendiya aştiya civakî ya Jean Jacques Rousseau heye. Jin di demên krîzê de berxwedêr in, me ev yek di erdheja 6ê Sibatê de jî dît. Jin ne hesas in, pir berxwedêr in û têkoşînê bernadin. Hişmendiya me ya aştiyê divê wisa be ku jinên li Amed, Wan, Stenbol û Dîlokê bikaribin mil bi mil bimeşin.”   ‘Jin ji bo aştiyê jî di rêza pêşîn de ne’   Dr. Ayşe Kaşikirik ji cîhanê mînakên pêvajoyên aştiyê dan û anî ziman ku li welatên din bi gelemperî dema reform hatine kirin û qanûn derketine çek hatine danîn û diyar kir ku ji ber vê yekê merasîma şewitandina çekan a li vir pir bi wate ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila jin pişgiriya aştiyê ava bikin. Ji ber ku fatûraya aborî li ser me zêde ne, em aştiyê bêtir dixwazin. Maf û aştî wekî xelat pêşkêşî me nayên kirin, jinan bi sedsalan e mafên xwe bi têkoşînê girtine. Di mijara aştiyê de jî wisa ye, jinan dîsa li vir têkoşîn meşandin. Em dixwazin ku canê tu kesî neêşe. Lê pirsa bingehîn ev e, gelo gel dê bikaribe vê aştiyê ji aliyê aborî û civakî ve bijî? Dema em ji dayik dibin, em nikarin ziman, zayend û malbata xwe hilbijêrin, ji ber vê yekê em her tim rastî tometan tên. Ez hêvî dikim ku em ê bi pêvajoya aştiyê re van astengiyan derbas bikin.   Panel piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.