Ji Şaredariya Peyasê hişyariyeke girîng 2026-07-17 09:08:40     AMED - Şaredariya Peyasê bi daxuyaniyeke nivîskî hişyarî da hemwelatiyan û ragihand ku hinek kesên nenas navê saziyê bi kar tînin, belgeyên sexte amade dikin û li hemberî pereyan soza kar û xizmetguzariyê didin gel. Şaredariyê aşkere kir ku li dijî van kesan pêvajoya hiqûqî hatiye destpêkirin.   Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê şaredariyê ve ji bo raya giştî hat belavkirin, di rojên dawî de agahî gihîştine destê rayedaran ku hinek kes bi navê şaredariyê hemwelatiyan dixapînin.   Derketiye holê ku kesên ku tu têkilî û pêwendiya wan bi şaredariyê re nîne, bi amadekirina belgeyên sexte û li hemberî wergirtina pereyan, sozên wekî peydakirina kar û çareserkirina karûbarên fermî didin welatiyan û wiha domand:   “Şaredariya me di bin tu şert û mercî de li hemberî pereyan kesî naxe kar û her wiha ji bo berjewendiyên kesane tu xizmeteke giştî pêşkêş nake.”   'Em pabendî prensîbên şefafî û hiqûqê ne'   Şaredariyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser prensîbên xebatê û destnîşan kir ku hemû xebatên rêveberiyên herêmî li gorî serweriya hiqûqê, şefafî, hesabdayîn û nêzîkatiyeke mirov-navendî tên meşandin. Hat diyarkirin ku hewldanên bi vî rengî rasterast prestîj û nav û dengê saziyê dikin armanc û zirarê didin baweriya gel.   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo kes an kesên ku vê dikin, pêvajoya hiqûqî ya pêwîst hatiye destpêkirin û ev mijar ji nêz ve tê şopandin. Pê re bang li hemwelatiyan kir ku li dijî van kiryaran hişyar bin û neyên lîstikan.   Daxuyaniya şaredariyê bi gelemperî wiha ye:   “Ji Raya Giştî re   Gelê me yê hêja!   Di rojên dawî de, gelek agahî gihîştin destê me ku hinek kes bi sedemên curbecur û bi bikaranîna navê şaredariya me, hemwelatiyên me dixapînin.   Derket holê ku kesekî ku tu têkilî û pêwendiya wî bi şaredariya me re nîne, bi amadekirina belgeyên sexte û li hemberî wergirtina pereyan, sozên wekî peydakirina kar, çareserkirina karûbarên fermî û karên bi vî rengî dide.   Em dixwazin ji raya giştî re eşkere bikin ku şaredariya me hemû xebatên xwe yên rêveberiya herêmî û pêşkêşkirina xizmetguzariyan, li gorî prensîbên serweriya hiqûqê, şefafî, hesabdayîn û nêzîkatiyeke mirov-navend pêk tîne. Şaredariya me di bin tu şert û mercî de li hemberî pereyan kesî naxe kar û her wiha ji bo berjewendiyên kesane tu xizmeteke giştî pêşkêş nake.   Hewldanên bi vî rengî yên îstismarkirina baweriya gel, ne tenê zirarê didin hemwelatiyên me, lê di heman demê de prestîj û navûdengê saziya me jî dikin armanc. Ji ber vê yekê, li dijî kes an kesên navborî pêvajoya hiqûqî ya pêwîst hatiye destpêkirin û ev mijar di her alî de ji nêz ve tê şopandin.   Em ji hemwelatiyên xwe hêvî dikin ku di bin tu şert û mercî de bawerî bi wan kesên ku navê şaredariya me bi kar tînin û li hemberî soza kar an çareserkirina karûbaran daxwaza pereyan dikin neynin. Heke hûn rastî rewşên wiha hatin, ji kerema xwe bêyî ku dereng bikeve şaredariya me agahdar bikin.   Parastina baweriya gelê me û nirxên me yên hevpar, berpirsiyariyeke ku em hemû bi hev re diparêzin. Şaredariya me bi hişmendiya berpirsiyariya xwe ya li hemberî gel, bêyî ku tawîzê bide pabendbûna xwe ya ji bo pêşkêşkirina xizmetên şefaf, dê xebatên xwe yên wekhev û adil bidomîne.   Bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin.”